Nêçîrvan Barzanî ji bo hêsankirina vegera geştyaran spasiya Tirkiyeyê kir

23-06-2025
RÛDAW
Nêçîrvan Barzanî û Erman Topçu\ Wêne û Vîdeo: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî û Erman Topçu\ Wêne û Vîdeo: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Erman Topçu Pêwendiyên Tirkiye Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topçu pêşwazî kir.

Nêçîrvan Barzanî spasiya hewlên Enqereyê yên vegerandina geştyarên Herêma Kurdistanê kir.

Nêçîrvan Barzanî behsa peywendiyên Tirkiyeyê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên rewşa Rojhilata Navîn û metirsî û encamên wê kir.

Her wiha, wan gotûbêj li ser tevgera çûn û hatinê ya li deriyên sînorî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de, piştî girtina firokexaneyan li Îraq û Herêma Kurdistanê kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî spasiya aliyên pêwendîdar ên Tirkiyeyê kiriye ji bo wan hêsankariyên ku ji bo vegera geştyar û welatiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên li deriyên sînorî pêşkêş dikin.

Bi taybetî pesnê rola Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê û tîma wî da.

Konsulê Tirkiyeyê, amadehiya aliyên pêwendîdar ên welatê xwe ji bo pêşkêşkirina hemû hêsankariyan ji bo geştyar, welatiyên Herêma Kurdistanê li deriyên sînorî dûpat kir.

Her wiha pesnê dezgeh û aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê yên li deriyên sînorî da ku ji bo vê rewşê hemû amadekarî kirine.

Di mijareke din a hevdîtinê de, behsa çend pirsên girîng ên hevbeş hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst