Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve, barhilgirekê li 6 otomobîlan da û di encamê de 6 kes birîndar bûn.
Li ser rêya Siwêreg-Rihayê barhilgira şofêrê wê Ali Esen li 6 otomobîlên ku li çirayên sor ên çarrêya Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê rawestiyabûn da.
Di encama qezayê de Mihemed Xelîl ê 47 salî, Ehmed Xelîl ê 20 salî, Selim Çiçek ê 37 salî, Dilan Kesik a 22 salî, Beril Çiçek a 8 salî û Mihdiya Çiçek a 62 salî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê, hêzên emnî û tîmên berevaniya şaristaniyê bo cihê bûyerê hatin şandin.
Şêş birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê hatin veguhestin.
Rêya Siwêreg-Rihayê ku ji ber bûyerê demekê hat girtin piştî rakirina otomobîlan careke din vebû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse