Hewlêr (Rûdaw) - Nurman Celala ku 13ê Îlonê li ser rêya Heleb-Kobaniyê hatibû revandin, li hemberî dayîna 10 hezar Euro fîdyeyê hat azadkirin.
Yek ji endamên malbata Nurmanê ji Rûdawê re ragihand ku rewşa tenduristiya wê ne baş e û niha li nexweşxaneyeke Helebê tê dermankirin.
"Ji aliyê çekdarên Emşatê ve hatibû revandin"
Li gorî zanyariyên ku heman çavkaniyê dane Rûdawê, Nurman ji aliyê çekdarên Emşatê ve li ser rêya Heleb-Kobaniyê hatibû revandin û çekdaran ew biriye Efrînê.
Heman çavkaniyê eşkere kir ku Nurman Celala serê sibha îro, piştî dayîna 10 hezar Euroyî, bi rêya du çekdaran hat azadkirin.
"4 tiliyên wê hatine şikandin"
Çavkaniya ji nav malbatê her da zanîn ku rewşa tenduristiya Nurmanê ne baş e û 4 tiliyên destê wê jî hatine şikandin.
Hat diyarkirin ku Nurman niha li yek ji nexweşxaneyên Helebê tê dermankirin û tê payîn ku di demek nêzîk de vegere mala xwe ya li Almanyayê.
"Çarenivîsa hevala wê Fatimayê ne diyar e"
Derbarê çarenivîsa Fatimayê de, ku hevala Nurmanê bû û bi hev re hatibûn revandin, endamê malbatê ji Rûdawê re got ku ew ji rewşa wê bê agah in û wan tenê kariye Nurmanê rizgar bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse