Komîteya amadekar a kongreya 14 a PDKê du raport dane serok Barzanî

23-10-2022
RÛDAW
Nîşan PDK Kongreya 14 a PDKê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Komîteya Amadekar a kongreya PDKê derbarê kongreya 14 a partiyê de du raport radestî serok Mesûd Barzanî kirin, ku biryar e ew kongre di navbera 1 ta 4ê Mijdara 2022an de li Duhokê bihê lidarxistin. Herwiha dê roja Duşembê 24ê Cotmehê encûmena niha ya serkirdayetiya PDKê bi serpireştiya serok Barzanî civîna xwe ya dawî bike.

Endamê serkirdayetiya PDKê, Xesro Goran îro Yekşembê derbarê nêzîkbûna dema lidarxistina kongreya 14 a PDKê ragihand, “Sibe Duşembê civîna dawî ya gera niha ya serkirdayetiyê bi serkêşiya Serok Mesûd Barzanî tê kirin û hin mijar di civînê de tên gotûbêjkirin.”

Li gor zanyariyên Rûdawê, duh roja Şembiyê 22ê Cotmeha 2022an endamên komîteya amadekar a kongreya 14 a Partiya Demokrata Kurdistanê li Pîrmamê serdana Serok Mesûd Barzanî kirine û her du raportên derbarê hilbijartina nûnerên kongreyê û îdarî radestî wî kirine. Li gor agahiyan, hilbijartina nûnerên kongreyê bi dawî bûye û hemû giliyên derbarê kongreyê de jî biryar li ser hatine dan û biryar e 900 nûner beşdariyê di kongreya 14 a PDKê de bikin.

Herwiha hemû amadekariyên îdarî, ewlehî û tendirustiyê ji bo destpêkirina kongreya 14 a PDKê ku dê li Duhokê were sazkirin, bi dawî bûne.

Ji 27ê Tebaxa îsal ve hilbijartinên navxweyî yên PDKê ji bo kongreya 14 a partiyê hatin destpêkirin, endamên kongreyê bi rêya organên partiyê hatin hilbijartin. Hilbijartinên navxweyî yên PDKê nêzîkî mehek û nîvê dom kir û li 163 bazneyan endamên kongreyê hatin hilbijartin. Endamên kongreyê li ser pênc parêzgehan hatine dabşekirin û rêjeya %25 a endamên kongreyê wek kota ji bo jinan hatiye diyarkirin.

Nêzîkî 12 salan e ku PDKê kongre nekiriye, li gor rêziknameya partiyê divê her 4 salan carekê kongreya PDKê were lidarxistin, lê PDK dibêje ji ber şerê DAIŞê û paşê jî bi sedema pandemiya Covid-19 kongreya wan a 14an paşketiye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst