Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta “bazirganî û qaçaxçitiya çekan” 9 kes hatin desteserkirin.
Tîmên Şaxa Qaçaxçitî û Tawanên Organîze ya Rêveberiya Ewlehiyê ya Xarpêtê, vê sibehê li hemberî bazirgan û qaçaxçiyên çekan operasyon kir.
Polîsan di operasyonê de bi ser çend mal de girt û 9 kes desteser kirin.
Herwiha 37 demançe û 15 çifte û gelek fîşekên wan jî hatin girtin.
9 kesên ku hatin desteserkirin ji bo karên îfadewergirtinê birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Xarpêtê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse