TOLê DAIŞiyek girt

23-10-2025
Nîşan TOL HSD DAIŞ Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku Tîmên Operasyonên Taybet (TOL) bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî, di operasyonekê de li bajarokê Meskeneyê yê rojhilatê Helebê serkirdeyekî DAIŞê girtiye.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê îro daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku operasyon roja çarşemê (doh) hatiye lidarxistin.

Li gorî daxuyaniyê, operasyon piştî şopandineke îstixbaratî ya hûr a li ser tevgerên serkirdeyê bi navê Ehmed Xelef El Hisên hatiye lidarxistin.

Di operasyonê de, hêzan bi ser cihê ku El Hisên xwe lê vedişart de girtiye û ew bêyî ku ti ziyan çêbibe hatiye girtin.

Hat diyarkirin ku El Hisên şaneyeke ku alavên ji bo çêkirina otomobîlên bombebarkirî peyda dikirin bi rê ve dibir da ku êrişan bibe ser HSD û sivîlan.

HSDyê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew dê ji bo parastina aştiya navxweyî û jiyana sivîlan, erkê xwe ya şopandina DAIŞê û şaneyên wê bidomînin û dê "derbên giran" li wan hemû kesên bixin ku ewlehiya herêmê xera bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst