Li Til Koçerê DAIŞiyek hat girtin

10-06-2025
RÛDAW
Nîşan DAIŞ HSD Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku li Til Koçerê DAIŞiyek hat girtin.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê di daxuyaniyekê de ragihand ku li bajarê Til Koçerê yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê DAIŞiyek hat girtin.

Li gorî daxuyaniyê ew endamê DAIŞê di operasyona HSD û Koalîsyona Navneteweyî de hat girtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku operasyon piştî şopandina tevgera wî DAIŞiyê bi navê Wedah Murad Tiêsan (Wedah) ê ji bajarokê Til Koçerê dest pê kir.

Hêzên me piştî komkirina agahiyan derheqî wê de, cihê wî dorpêç kir û ew girt

Li gorî dacuyaniyê Wedah di mikurhatinên xwe de diyar kir ku wî di warê propaganda û ragihandinê de çalakî kirine, gelek hesabên Telegramê yên taybet bi DAIŞê bi kar dianî û bi rêya wan propogandaya fikirên DAIŞê dikir û belav dikir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst