Hewlêr (Rûdaw) - Zeynel Ariyê ku bi alîkariyên xwe tê naskirin, xelata “Gems of Etobicoke” ya hikûmeta Kanadayê dabûyê, ji bo balê bikişîne ser pêvajoya çareseriyê pêşkêşî serokên rêxistinên Dêrsimê yên 3 partiyan kir.
Pîzzafiroşê navdar Zeynel Ariyê ku li Kanadayê ji ber xebatên xwe yên ji bo feqîran hêjayî xelatê hatibû dîtin, plaketên ku amade kiribûn di serdana serokatiyên rêxistinên AK Partî, MHP û DEM Partiyê de da wan.
Ari tika kir ku xelat ji Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş re bên ragihandin.
Zeynel Ari di çarçoveya serdanan de bi Seroka Rêxistina Dêrsimê ya MHPyê Melîke Gokalp, Hevserokê Rêxistina Dêrsimê yê DEM Partiyê Ozcan Guntaş û Serokê Rêxistina Dêrsimê yê AK Partiyê Hakan Ozer re hat ba hev û tekez kir ku pêvajoya çareseriyê ji bo pêkanîna aştiya civakî derfeteke dîrokî ye.
“Ez vê xelatê diyarî kesên ku aştiyê dixwazin dikim”
Zeynel Ari ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku ew li Kanadayê bi salan e piştgiriya feqîran dike û ji ber van xebatan wî ev rûmeta ku wekî “Xelata Keybanûyê” jî tê zanîn bi dest xistiye û got:
“Min ev xelat berê diyarî Selahattîn Demîrtaş kiribû.
Îro jî min li Dêrsimê serdana serokên rêxistinên parêzgehê yên MHP, AK Partî û DEM Partiyê kir ku beşdarî pêvajoya çareseriyê dibin û min plaket dan wan.
Min xwest ku ji ber gavên wî yên wêrek ji Birêz Bahçelî re were şandin.
Min rica kir ku ji ber piştgiriya wî ya ji bo pêvajoyê ji Serokkomarê me re were pêşkêşkirin.
Plaketa ku min da DEM Partiyê jî ji bo ku bigihînin Birêz Demîrtaş bû."
.jpg)
Ari diyar kir ku wî ji nirxên demokratîk û çanda aştiyê ya Kanadayê îlham girtiye û ew dixwaze ji bo ku li Tirkiyeyê jî atmosfereke wiha çêbibe, her çi qasî sembolîk be jî, beşdariyê bike û anî ziman:
“Mirovên me 40-50 sal in mexdûr bûn.
Koçberî çêbûn, girtîgeh tijî bûn, mirovan canê xwe ji dest da.
Êdî divê ev xwîn raweste. Ez bawer dikim ku ev pêvajo dê bi ser bikeve."
.jpg)
Kesayetekî ku bi alîkariyên xwe tê naskirin
Zeynel Ariyê ku di serdema pandemiyê de bi belavkirina pîzzayên belaş li xebatkarên tenduristiyê, bêmalan û feqîran hatibû rojevê, ji aliyê Parlamenterê Federal ê Kanadayê James Maloney ve ji bo xelatê hatibû nîşandan û li Torontoyê bi pîzzayên xwe yên ku li ser agirê êzingan dipêje navdariyeke navneteweyî bi dest xistibû.
.jpg)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse