Selahattîn Demîrtaş: Gavên berbiçav biavêjin!

08-11-2025
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Pêvajoya Çareseriyê Recep Tayyîp Erdogan Devlet Bahçelî Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş bangî Bahçelî, Ocalan û Erdogan kir û ji wan xwest ji bo pêvajoyuê gavên berbiçav biavêjin.

Siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş daxuyaniyek belav kir û bangî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê MHPyê Devlet Bahçelî û Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan kir ku "gavên berbiçav biavêjin."

Demîrtaş her wiha bang li parlamenteran kir ku "rîskê wergirin" û biçin Îmraliyê da ku "dawî li vê meselê bînin."

Daxuyaniya Demîrtaş wiha ye:

"Zilamek diçe ba bijîşk û behsa nexweşiyên xwe dike. Bijîşk jê dipirse ka dermanekî ku her tim bi kar tîne heye yan na. Zilam navê dermanekî dide û dibêje, 'Ez wî bi kar tînim'. Bijîşk jî dibêje, 'Ew dermanê ku tu bi kar tînî mirov dike tiryak, tu pê dizanî, ne wisa?'

Zilam wiha bersiv dide: 'Lê bijîşk, ez nêzîkî 15 salan e her roj wê dermanê bi kar tînim û min qet nedîtiye ku tiryakiyê çêbike.'

Bi kirina heman tiştan, bi heman awayî fikirîn û axaftina her roj, em ne dikarin xwe biguherînin û ne jî tiştekî biguherînin. Em ferqa ezber, şablon û tabûyên ku em tê de asê mane jî nabînin.

Eger kesek ji cihê xwe gavekê jî nelive, em nikarin derfetên çareseriyê yên nû û afirîner jî ava bikin.

Cihê ku em tê de asê mane, êş, hêrs, pêşdarazî û bêbaweriya ku ji ber şerê 40 salî çêbûye ye.

Ez nabêjim ev ne girîng in, lê eger em rêyên derbaskirina van û başkirina birînên xwe nebînin, em dê ferqa 'girêdanên' xwe jî nebînin û di gihîştina çareseriyeke bingehîn û mayînde de zehmetiyê bikişînin.

Di rastiyeke civakî de ku can dayîn di oxira bawerî, raman û îdealan de tê pîrozkirin, em bi du zehmetiyên bingehîn re rûbirû dimînin.

Ya yekem, em nikarin bîranîna hêja ya kesên ku canê xwe feda kirine û nirxên ku bi canê xwe afirandine, ji holê rakin û bavêjin aliyekî, divê em nekin jî.

Ya duyem jî, eger di oxira ramanek an baweriyekê de gelek kes hatibin fedakirin, ew raman û bawerî ji aliyê sosyolojîk û siyasî ve otomatîk nabe 'rast', lê em di qebûlkirina vê yekê de zehmetiyê dikişînin.

Ji ber vê yekê em ditirsin û xwe didin paş ku em tiştên nû bifikirin û bikin, dema ku di oxira welat, alayê, îdeolojiyê yan jî rêxistinê de ew qas can hatibin fedakirin.

Lê belê, divê em êdî di xalekê de bi vê yekê bawer bibin ku di vê qonaxa ku em gihîştinê de, yek zarokekî me jî canê xwe vala feda nekir.

Eger em di pêvajoya heyî de li ser avakirina 'hiqûqeke biratiyê' ya li ser bingeha wekhevî, dadmendî, azadî û demokrasiyê û jiyana bi hev re rawestiyabin, wê demê zerer nagihîje bîranîna kesên ku me winda kirine.

"Ji avêtina gavan venegerin"

Ji ber vê yekê, ez wekî birayekî we û siyasetmedarekî ku ji bo aştiyê hewl dide, bang li hemû aliyan û aktorên sereke yên pêvajoyê Serokkomar Erdogan, Serokê MHPyê Bahçelî û Rêberê damezirîner ê PKKyê Ocalan dikim; ji kerema xwe dev ji avêtina gavên berbiçav bernedin, guh nedin gotinên vî û wî, bi xwe bawer bin û bawer bikin ku 86 milyon kes bi hesret li benda aştiyê ne.

Wekî din, mirovên ku li benda danîna çekan û daketina ji çiyê ne, dixwazin bibînin ku Abdullah Ocalanê ku wekî 'rêber' pênase dikin, ne tenê ji aliyê yekîneyên ewlehiyê ve, ji aliyê siyasetmedaran ve jî tê ziyaretkirin û guhdarîkirin.

Bi vî awayî dixwazin bibînin ku vegera li siyasetê mimkin e û dewlet di vê mijarê de samîmî û ciddî ye, pê bawer bibin û çekan bi temamî deynin.

"Rîskê bigirin û biçin Îmraliyê"

Ez dixwazim bangî parlamenterên hêja jî bikim; we bi salan ciwanên me şandin çiya û operasyonên derveyî sînor. We rîska herî mezin xist ser milê wan û mixabin hinekan ji wan bedela vê bi can û xwîna xwe dan.

Niha ku derfeta girtina rîskê û ji kokê ve bidawîkirina vî şerî hatiye bidestxistin, ji kerema xwe hûn jî piçekî rîskê bigirin û bi çûna Girava Îmraliyê dawî li vê meselê bînin.

Wekî din, rîska ku hûn dê bigirin ne wekî ya ciwanên me rîska mirinê ye, tenê rîskeke siyasî ya piçûk e.

Werin em bi hev re bi wêrekî tevbigerin, di vê qonaxa dawî de bi ezber û tirsên xwe ve nemînin û ji kerema xwe derfeta aştiya dîrokî nexin zorê.

Ji we hemûyan re silav û hezkirinên xwe yên ji dil dişînim, hêvî dikim di demeke herî kurt de di rojên tijî azadî, aştî, demokrasî û biratiyê de bigihîjin hev.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst