Erdogan li ser pêvajoya çareseriyê çend peyamên nû dan

15-05-2025
RÛDAW
Nîşan Pêvajoya Çareseriyê Recep Tayyîp Erdogan Şerê PKK û Tirkiyeyê Devlet Bahçelî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand eger Kurd ji Tirkan bên cudakirin dê bi tenê bimînin û bên daqurtandin.

Recep Tayyîp Erdogan li Bernameya Dibistana Serokatiyê ya Akademiya Rêxistinê gotarek pêşkêş kir.

Erdogan diyar kir ku di pêvajoya aştiyê de pozîsyona Komara Tirkiyeyê gelekî zelal e û got:

"Em bi aştî nêzîkî wan kesan dibin ku bi temamî dawiyê li teror, tundûtûjî û çekan tînin lê yên ku li ser şaşiyan berdewam bin em di rûbirûbûna wan de gavekê jî bi paş de navêjin."

"Vê erdnîgariyê Kurd, Tirk û Ereb bi awayekî ku ji hev veneqetin bi hev ve girê dane"

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê pêvajoya aştiyê û mijarên di rojevê de axivî û ragihand ku hezar sal in Tirk, Kurd û Ereb bi hev re jiya ne û got:

"Wan bi hev re şer kiriye, bi hev re bi ser ketine û têk çûne. Vê erdnîgariyê Kurd, Tirk û Ereb bi awayekî ku ji hev veneqetin bi hev ve girê dane."

Erdogan diyar kir ku serkeftina Milazgirê berî 953 salan berhemê hevbeş a Kurd, Tirk û Ereban bûye û anî ziman:

"Çaldiran jî serkeftina hevbeş a Kurd, Tirk û Ereban e. Rîdaniye, fetihkirina Qudsê, Stenbolê û gelek serkeftinên din jî hevbeş in.”

Serokkomarê Tirkiyeyê diyar kir ku hêzên emperyalîst rewşa wan gelekî baş dizanin û da zanîn:

"Ew dixwazin dabeş bikin, parçe bikin û bi rê ve bibin. Bi sedan sal in vê baş dizanin vê lîstikê bilîzin.

Ji ber wê bi cetwelan sînor di navbera me de xêz kirin.

Fitne û nîfaq di navbera me de çê kirin, wan hewl da me ji hev dûr bikin û veqetînin.

Ji bo ku me bikin dijminên hev çi ji destê wan hat kirin.

Ew jî dizanin ku em ji hev ne cuda ne. Gelekî baş dizanin eger Kurd, Tirk û Ereb bi hev re tevbigerin dê bibin hêzeke mezin dê aştî, aramî û xweşguzeranî bê herêmê û ji bo ku rê li ber vê yekê bigirin serî li her rêbazê didin.

Eger hûn Tirkan jî ji Kurd û Ereban cuda bikin, ew jî tenê dimînin û lawaz dibin.

Ji ber wê jî li navxwe û derve em nabin ew alî ku cuda dike, dûr dike, dijberî hev dike, dabeş û parçe dike.

Em dê bibin aliyê yekxistinê, yên din çi bikin bila bikin em dê bi bi rijdî biratiyê biparêzin."

"Pozîsyona Komara Tirkiyeyê gelekî zelal e"

Serokkomarê Tirkiyeyê di berdewamiya axaftina xwe de derbarê pêvajoya aştiyê jî axivî û got:

"Rêxistina terorê ya cudaxwaz di rojên borî de ragihand ku ew dê xwe fesix bike û çekan berde.

Ji bo ku em ji belaya 40 salan a ku li ser miletê me xilas bibin û herêma me bigihêje aştiyeke mayînde me ev yek bi awayekî erênî pêşwazî kir.

Me diyar kir ku pêvajoya danîna çekan û fesixkirinê dê ji aliyê Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) û yekîneyên me yên ewlehiyê ve bi hûrgilî bê şopandin.

Em bi aştî nêzîkî wan kesan dibin ku bi temamî dawiyê li teror, tundûtûjî û çekan tînin lê yên ku li ser şaşiyan berdewam bin em di rûbirûbûna wan de gavekê jî bi paş de navêjin.

Milet û dewletek ku bi dîrok, çand, serkeftin û bi tecrubeya xwe ya hezar salî çawa li meseleyê binêre em jî wiha lê dinêrin.

Em bi cidîyeta hilgirtina berpirsyariya 86 milyon welatiyan tevdigerin. Em hezar caran difikirin û carekê dibêjin û gavên xwe bi saxlemî diavêjin."

"Em di hevahengiyeke kûr de ne li gel Partiya Tevgera Neteweperest"

Recep Tayyîp Erdogan qala hevahengiya MHP û AK Partiyê jî kir û wiha domand:

“Em li gel şirîka xwe yê Hevpeymaniya Cumhurê, Partiya Tevgera Neteweperest jî di hevahengiyeke kûr û hevkariyeke nêzîk de ne.

Em dilgiran in, bi tedbîr in û bi sebr in lê di heman demê de geşbîn û hêvîdar in.

Em pêdagir in miletê xwe ji pêla terorê ya 40 salî rizgar bikin ku bi deh hezaran can û bi trilyon dolaran çavkaniyên me daqurtandine.

Bila xem û derdê kesî nebe. Bila gumana kesî jî nebe. Dewleta Komara Tirkiyeyê serdestê rojeva xwe ye. AK Partî û Hevpeymana Cumhur meseleyê fêm dikin.

Em 22 sal in li kû derê bûn, îro jî em li wir in, em li heman cihî ne. Wekî din, îro Elhamdulillah em ji her alî ve pir bihêztir in.

Li Îraqê jî, li Sûriyeyê jî, tehemûla me ji rêxistinên terorê re li ser sînorê me qet nebûye. Ji niha û pê ve jî dê nebe."

"Dema meseleya terorê li pey xwe hişt dê Tirkiye bibe Tirkiyeyeke gelekî cuda"

Recep Tayyîp Erdogan her wiha anî ziman:

"Dema hûn vegeriyan bajarên xwe, cadde bi cadde, kolan bi kolan û mal bi mal hûn dê xwe bigihînin her welatiyekî me û vê yekê ji wan re bibêjin, Recep Tayyîp Erdogan û Birêz Devlet Bahçelî bi rêxistineke ezîz a li pişt wan bi hev re, çi dikin ji bo vî miletî, ji bo vê dewletê, ji bo siberoj, aramî û xweşguzeraniya me dikin.

Hûn dê ji wan re bibêjin her karekî li dijî vî welatî hebe, dê di serî de Recep Tayyîp Erdogan û Birêz Devlet Bahçelî li dijî bisekinin.

Em dê bi awayekî ku guman di serê kesî de nemîne, bi hev re ji welatiyên me re behsa Tirkiyeya bêteror bikin.

Hûn dê di wê çarçoveya ku me û hevalên me yên pêwendîdar diyar kiriye de, ji mirovên me re zelal bikin ka em ji bo çi hewl didin û ji bo çi şev û roja xwe dikin yek.

Dema me meseleya terorê bi temamî li pey xwe hişt, bi saya Xwedê dê Tirkiye bibe Tirkiyeyeke gelekî cuda.

Wê demê dê aramî zêdetir bibe û biratî bihêztir bibe, dê geşedan bileztir bibe û demokrasî bihêztir bibe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst