Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk got, “Pêwîstiya me tifaqa neteweyî û hevahengiya di navbera her çar parçeyên Kurdistanê de heye.”
Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk doh li Stockholma paytexta Swêdê semînerek li dar xist.
Semîner bi beşdariyeke berfireh hat lidarxistin.
Li gel birêvebir û endamên PWKyê yên li Swêdê, nûnerên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), PDK-Îran, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS), Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (El-Partî), Hevkariya Hêzên Kurdistanî li Swêdê, Konfederasyona Revenda Kurdistanî, Diakurd, Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Swêdê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Swêdê, Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê û gelek siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd beşdarî semînerê bûn.
Seroka PWKyê ya Swêdê Seval Mertê di destpêkê de bixêrhatina beşdaran kir û piştre ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.
“Pêwîstiya me bi tifaqa neteweyî heye”
Mustafa Ozçelîk di semînerê de derbarê pêvajoya damezrandina PWKyê, doza girtinê ya li ser partiya xwe û xebatên wan ên li Kurdistanê de agahî dan ku ji aliyê endamê Meclisa Partiyê ya PWKyê Zinar Soran û Seroka PWK Swêdê Seval Mert ve hat birêvebirin.
Ozçelîk bal kişand ser girîngî û pêwîstiya hevkarî û tifaqa neteweyî ya li Bakurê Kurdistanê û hevahengiya di navbera her çar parçeyên Kurdistanê de.
Wî hem girîngiya tifaqa stratejîk a Kurdistanî û hem jî girîngiya hevkariyeke berfireh a li ser daxwazên lezgîn ên miletê Kurd anî ziman.
Ozçelîk derbarê pêvajoya nû ya li Bakurê Kurdistanê, rewşa Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de nêrînên PWKyê parve kirin.
Piştgirî ji bo Rojava, Başûr û Rojhilat
Mustafa Ozçelîk careke din piştgiriya PWKyê ji bo bername û heyeta ku di konferansa Qamişloyê ya 26ê Nîsana 2025an de hatibû diyarkirin anî ziman û got:
“Îro divê hemû Kurdên cîhanê piştgiriya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bikin da ku gelê me karibe statuyeke milî, cografîk û siyasî bi dest bixe."
Ozçelîk destkeftina federal a li Başûrê Kurdistanê wekî destkeftina hemû Kurdên cîhanê pênase kir û bal kişand ser girîngiya avakirina hikûmeteke hevbeş ku hêza Pêşmerge, aborî, ewlehî û dîplomasiya Başûrê Kurdistanê bike yek.
Ozçelîk derbarê Rojhilatê Kurdistanê jî got, "Dibe ku firsendên dîrokî bên ber deriyê xwişk û birayên me yên Rojhilatê Kurdistanê û ji bo gelê me karibe ji wan firsendan sûd wergire, beriya her tiştî divê yekrêziya nav mala Kurd bê avakirin.”
Mustafa Ozçelîk bangî hemû kadroyên Kurdistanî, azadîxwaz û demokrat kir da ku ji bo avakirina partiyeke xurt li Bakurê Kurdistanê, piştgiriyê bidin siyaset û çanda nû ya PWKyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse