Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek ragihand ku dê AK Partî û MHP di serdana xwe ya Îmraliyê de derbarê Rojavayê Kurdistanê daxwazan ji Abdullah Ocalan bikin û got, “Dixwazin li ser Rojavayê Kurdistanê ji Ocalan bangekê bistînin.”
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê roja Înê li ser çûyîna Girava Îmraliyê civiya û bi 32 dengên piranî biryar da ku wê bi Abdullah Ocalan re bicive.
CHP û Koma Rêya Nû ku wekî kom di nav Komîsyonê de bûn ragihand ku ew naçin Girava Îmraliyê.
Wate tenê 3 nûnerên AK Partî, DEM Partî û MHPyê yên di nav Komîsyonê de dê biçin Îmraliyê.
Li ser navê AK Partiyê Alîkarê Serokê Giştî yê partiyê Huseyîn Yayman, li ser navê MHPyê Alîkarê Serokê MHPyê Fetî Yildiz û li ser navê DEM Partiyê jî Serokwekîla Koma DEM Partiyê û endama Komîsyonê Gulîstan Kiliç Koçyîgît dê biçin Girava Îmraliyê û Ocalan re rûnin.
Navên her sê endaman pêşkêşî Serokayetiya Parlamentoyê hatine kirin û amadehiyên çûyînê dest pê kirine.
Biryar e navê her sê endaman îro ji bo destûrê pêşkêşî Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê werin kirin.
“Çûyîn dê ji aliyê MÎTê ve were birêvebirin”
Rojnameya Turkiye Gazetesiyê îro beşek ji hûrgiliyên çûyîna Komîsyonê ya Îmraliyê eşkere kirin.
Li gorî agahiyan veguhastin, rûniştin û hemû hûrgiliyên teknîkî yên din ên derbarê çûyînê dê bi temamî ji aliyê Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) ve werin kirin.
Ji ber vê yekê, MÎT ji bo her qonaxekê, heta awayê rûniştinê ya di dema hevdîtinê de, xebateke hesas dimeşîne.
Tê pêşbînîkirin ku hevdîtin sibe an jî dusibe were kirin û endamên Komîsyonê dê bi helîkopterê biçin Girava Îmraliyê.
Ji ber ku li gorî yasayan ji bo serdana girtiyên bi tawanên “terorê” ji aliyê parlamenteran ve destûra nivîskî ya Wezareta Dadê pêwîst e, tê çaverêkirin ku Şandeya Parlamentoyê serlêdana fermî li Wezareta Dadê bike.
Di vê serdanê de tê gotin ku Wezareta Dadê dê tenê kar û barên burokratîk bike.
“Komîsyon dê ji Ocalan dipirse banga wî ji bo HSDyê ye an na?”
Hatiye diyarkirin ku hevdîtinên Komîsyonê yên heta niha hemû bi girtename (tomarkirina axaftinan) hatine tomarkirin.
Eger di hevdîtina bi Ocalan re de jî girtename bên girtin, tê texmînkirin ku ev dê ne ji aliyê stenografên Parlamentoyê ve, ji aliyê rayedarên MÎTê ve were bicihanîn.
Her wiha tê gotin ku dê di dema hevdîtinê de tomarên dengan, dîmen an wêneyan bêne girtin lê ji ber nerazîbûna raya giştî dê wêne neyên parvekirin.
Tê çaverêkirin ku Ocalan di hevdîtina Komîsyonê de nirxandineke giştî li ser banga xwe ya 27ê Sibatê bike û piştî wê hevdîtin bi formata pirs û bersivan bidome.
Tê plankirin ku mijara sereke ya serdanê ew be ka banga Ocalan a çekdanîn û fesixkirina PKKyê ya 27ê Sibatê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî li xwe digire an na û ev yek di vê hevdîtinê de were zelalkirin.
Li aliyê din, çavkaniyên ewlehiyê ji Rojnameya Turkiyeyê re gotiye ku çûyîna Îmraliyê dê piştgiriyê bide pêvajoyê.
Li gorî wan çavkaniyan, peyamên ku Ocalan dê bide dê pêvajoya çekdanîna PKKyê û entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya nav artêşa Sûriyeyê bilez bike.
Her wiha tê pêşbînîkirin ku, piştî serdanê, PKK dê daxuyaniyeke nû li ser vekişîna xwe ji Metînayê jî bide, wekî banga vekişîna ji Zapê.
“Dewlet dê bixwaze Ocalan banga çekdanînê li Rojavayê bike”
Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek derbarê naveroka çûyîna Komîsyonê ya Îmraliyê û hevdîtina wê ya li gel Abdullah Ocalan ji Rûdawê re axivî.
Çîftyurek ragihand ku 2 armancên sereke yên hevdîtinê hene û got:
"Daxwazên AK Partî û MHPyê wekî hev in.
Bi texmîna min Hevpeymaniya Cumhur dê du daxwazên sereke ji Ocalan bike.
Yek, PKK li Qendîlê û li Rojhilatê Kurdistanê û li her derê çekan berde.
Ya duyem jî dê daxwazê li ser Rojavayê Kurdistanê ji Ocalan bikin.
Armanca wan a sereke ew e ku Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê çekan deyne.
Lê ev daxwaz ne rast e. Ev mesele meseleya Bakurê Kurdistanê ye û daxwaza çekdanînê ya li Hêzên Sûriyeya Demokratîk ne rast e.”
“Ocalan banga çekdanînê li Rojavayê nake”
Çîftyurek diyar kir ku armanca dewletê ji vê hevdîtinê diyar e û anî ziman:
"Dewlet dixwaze li ser Rojavayê Kurdistanê ji Ocalan bangekê bistîne.
Daxwaz jî ew e ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Rojavayê Kurdistanê çekan berde û xwe radestî HTŞyê bike.
Ev daxwazeke şaş e ku dewlet ji Ocalan bike.
Bi dîtina min Ocalan jî banga çekdanînê li Rojavayê nake û divê neke jî.”
“Divê dewlet di destûrê de hebûna Kurdan qebûl bike”
Parlamenterê DEM Partiyê banga avêtina gavan li dewletê kir û da zanîn:
”Li pêşiya dewletê pirsgirêka Kurdan heye. Çi nav lê dike bila bike.
Mesele meseleya Kurdan e û çareseriya meseleya Kurdistanê ye.
Dewlet pêwîst e du gavan biavêje. Yek di warê hiqûqî de û ya din jî di warê siyasî de.
Gava hiqûqî; divê çarçoveyeke yasayî ji bo bi hezaran kesên ji çiya tên bê avakirin da ku tevlî jiyana civakî û siyasî bibin. Her wiha divê encamên pirsgirêka Kurdan ji holê rakin.
Wekî mînak mafê hêviyê yê Ocalan, nehîştina sîstema qeyûman û berdana Demîrtaş û girtiyên siyasî.
Ya duyem jî meseleya Kurdan meseleyeke siyasî ye.
Wate dewlet divê di destûra Tirkiyeyê de hebûna miletê Kurd qebûl bike û zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse