Temellî: Raporên MHP û AK Partiyê ne li gorî hêviyan in

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sezaî Temellî Pêvajoya Çareseriyê DEM Partî AK Partî MHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -Wekîlê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî raporên ku ji aliyê partiyan ve pêşkêşî Komîsyona Parlamentoyê hatine kirin nirxandin.

Temellî diyar kir ku nêrîna desthilatê ya di raporan de têrê nake û got, "Eger li gorî van raporan pêşniyaryasayek were amadekirin, ev dê hêviyan bi cih neyîne."

Partiyên ku di Komîsyonê de cih digirin ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan, raporên xwe pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kirin.

Di raporên MHP û AK Partiyê de sedemên Pirsgirêka Kurdan nehatine nirxandin û pirsgirêk dîsa wekî "pirsgirêka terorê" hatiye pênasekirin.

Li aliyê din, di raporan de behsa qedexe, astengiyên li pêşiya ziman û çanda Kurdî, nasname û temsîliyeta siyasî nehatiye kirin.

Wekîlê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî li ser raporên partiyan û rûdanên pêvajoya çareseriyê li Parlamentoya Tirkiyeyê axivî. 

"Rapor ne li gorî ruhê pêvajoyê ne"

Sezaî Temellî destnîşan kir ku rapor bi nêrîneke li paş hêviyan û dûrî ruhê pêvajoyê hatine amadekirin û diyar kir ku aliyên dîrokî û siyasî yên Pirsgirêka Kurdan têra xwe nehatine diyarkirin.

Temellî di berdewamiyê jî de got, "Dema em li raporan dinêrin, em dibînin ku nêzîkatiya AK Partî û partiyên din tenê bi mijara çekdanînê û hinek rêkarên ji bo kesên çekan berdidin sînordar maye.

Hinek dibêjin bila Pirsgirêka Kurdan çareser bibe, hinek jî qet navê Pirsgirêka Kurdan nayînin ser zimên.

Me ji AK Partiyê ku partiya desthilatê ye hêviyeke berfirehtir dikir."

"AK Partî pirsgirêkê bi tevahî diyar nake"

Temellî da zanîn ku AK Partî her gavê bi şertekî ve girê dide û wiha got:

"AK Partiyê raporek amade kiriye ku ne bi awayekî tevahî lê bi awayekî ku pêşiyê dide çekdanînê û li gorî wê gavên sînordar pêşniyar dike.

Helbet ev rapor kêm in lê em li çi digerin? Em li konsensusekê digerin.

Niha dê lijneyeke nivîsandinê were avakirin û raporan bike yek. Meseleya esasî dê li wir dest pê bike."

"Ev rapor hêviyan bi cih nînin"

Temellî li ser pêvajoya amadekirina pêşniyaryasayê jî agahî dan û got:

"Eger partiya desthilatê bixwaze li ser van raporên sînordar pêşniyaryasayekê amade bike, ev rapor hêviyan bi cih nînin.

Çimkî hêviya civakê, ya gelê Kurd û ya siyaseta Tirkiyeyê ji vê zêdetir e.

Desthilat dikare vê raporê amade bike lê ya girîng ew e ku li parlamentoyê lihevkirin çêbibe.

Ji ber ku hêvî ew e ku rêya aştiyeke mayînde bi yasayeke taybet were vekirin."

"Rapora MHPyê li paş gotinên Bahçelî ma"

Temellî bi bîr anî ku Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî di destpêka pêvajoyê de behsa "mafê hêviyê" kiribû û wiha pê de çû:

"Tevî vê yekê, rapora MHPyê li paş gotinên wan ma. Bi taybetî di mijara mafê hêviyê û rêkarên înfazê de rapor bi paş ve maye.

Dibe ku ev taktîkek be. Em dê di dema dan û standinan de vê yekê fêm bikin."

Pêngavên ku divê bên avêtin

Sezaî Temellî diyar kir ku ji bo hin gavan pêdivî bi guherîna yasayan nîne û got:

"Ji bo girtiyên nexweş, ji bo bidawîkirina kiryarên keyfî yên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê pêdivî bi tiştekî nîne.

Li pêşiya bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn astengî nînin. Pêdivî ye ev gav bên avêtin."

Rewşa Rojavayê Kurdistanê

Temellî her wiha bal kişand ser polîtîkayên Tirkiyeyê yên li hemberî Rojavayê Kurdistanê û da zanîn ku Tirkiye meseleyê tenê wekî "terorê" dibîne.

Temellî li ser peyman û dan û standinên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) got:

"Di çarçoveya Peymana 10ê Adarê de, HSD û Hikûmeta Sûriyeyê li ser gelek mijaran wekî entegrasyon, nenavendîbûn, parvekirina enerjiyê û deriyên sînorî dan û standinanê dikin.

Tirkiye li şûna ku piştgiriyê bide demokratîkbûna Sûriyeyê, bi zimanê xwe yê berê tevdigere."

"Cîhan HSDyê  terorîst’ nabîne"

Wekilê Serokê DEM Partiyê destnîşan kir ku aktorê herî girîng ê li Sûriyeyê ye û got:

"HSD bi wê mixatabiyê dan û standinan dimeşîne. Nêrîna ku HSDyê wekî 'rêxistina terorê' dibîne, li cîhanê nayê qebûlkirin.

Tirkiye vê yekê ji bo siyaseta navxweyî û fişara pêvajoyê bi kar tîne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst