Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê otobuseke rêwiyan û 2 barhilgir li hev qelibîn kesek mir û 15 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya Riha-Dîlokê ji ber mij û baranê otobuseke rêwiyan a Êlihê û 2 barhilgir li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristî û agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê 16 kesên ku di qezayê de birîndar bûbûn ew rakirin nexweşxaneyên cuda yên Rihayê.
Birandarekî tevî hewildanên bijîşkî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Ji ber qezayê rê ji bo demekê ji çûn û hatinê re hate girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse