Koçyîgît: Pakêta înfazê dê beriya cejnê bibe qanûn

26-05-2025
RÛDAW
Nîşan Gulistan Kiliç Koçyîgît DEM Partî Înfaz Qanûn Girtî AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê ragihand ku pakêta înfazê ya ku bi kelecan li bendê ne dê bi lez bibe qanûn.

Koçyîgîtê got, "Me ji koma AK Partiyê re jî anî ziman ku divê ev pakêt berî cejnê derkeve."

"Hefteyê dê bê Parlamentoya Tirkiyeyê"

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê li Parlamentoya Tirkiyeyê civîneke çapemeniyê li dar xist û bipêşketinên dawî nirxandin

Koçyîgît di civîna çapemeniyê de li ser pakêta înfazê ya girtiyan wiha axivî:

"Eger ev hefte biçe komîsyonê, em hêvî dikin ku îro yan jî sibe ji bo îmzeyan bê vekirin.

Eger sibe ji bo îmzeyan bê vekirin, pêncşem an în biçe komîsyonê, em hêvî dikin ku dê hefteyabê were rojeva Lijneya Giştî û bi awayekî lez berî cejnê bibe qanûn."

Garantiya qanûnî ji bo pêvajoya aştiyê

Koçyîgîtê tekezî li ser pêwîstiya garantiya qanûnî ya nîqaşên aştiyê kir û wiha got:

"Gotin û pratîk bi qîmet in lê divê hemû gotinên wan û pratîk bi garantiya qanûnî bêne tacîdarîkirin û divê bi lez zemîneke hiqûqî were avakirin ku tu kes ji nîqaşên aştiyê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurdan paş ve gav neavêje."

Koçyîgîtê kiryara AK Partiyê ya ku biryarnameyên di hikmên qanûnî (KHK) paşê dike qanûn bi tundî rexne kir û got:

"AK Partî pêşî KHKyan derdixe û 8-9 salan wan KHKyan bi awayekî ne huqûqî bi kar tîne.

Piştre Dadgeha Destûra Bingehîn dibêje, 'Tu nikarî vê yekê bi KHKyê bikî, li ser vê mijarê divê rêkxistineke qanûnî hebe'.

Piştre bi lez hemûyan dikin pakêt û dixwazin li ser hev bînin Meclisê û derbas bikin."

"Di cezayê de edalet, di înfazê de wekhevî"

Koçyiğitê bal kişand ser rewşa girtîgehên Tirkiyeyê û wiha got: "Li girtîgehên Tirkiyeyê bi dehhezaran girtiyên siyasî hene.

Taybetmendiya herî mezin a girtiyên siyasî ev e ku ji ber nêrîn, raman û kiryarên xwe yên ji bo demokratîkkirina vî welatî di girtîgehê de ne."

Girtiyên siyasî ji rêziknameyên pandemiyê hatin derxistin

Koçyiğitê newekheviya di dema rêziknameyên berdana zû ya serdema pandemiya Kovîd-19ê de bi bîr anî û diyar kir:

"Wekî ku Kovîd-19 tenê bandorê li girtiyên edlî dike û girtiyên siyasî jê bandor nabin, wan di girtîgehê de li mirinê mehkûm kirin.

Pêwîst e madeya ku di rêziknameyên Kovîd-19ê de sûcên rêxistinî û girtiyên siyasî wekî îstîsna dihesibîne bi lez ji holê were rakirin."

"Divê komîsyon bê avakirin, bila naveroka mijarê winda nebe"

Koçyiğitê derbarê komîsyona ku dê ji bo pêvajoya aştiyê were avakirin de nirxandinên xwe kir û wiha axivî:

"Divê komîsyon bê avakirin, bi rastî jî divê bê avakirin û divê li dora vê mijarê were damezrandin.

Pêwîst e ev komîsyon demokratîk, şefaf be û hemû van nîqaşan jî li ber çavên civakê bên kirin."

Pêvajoyeke krîtîk dest pê dike

Daxuyaniyên DEM Partiyê nîşaneyên xurt didin ku pakêta înfazê dê beriya Cejna Qurbanê bibe yasa.

Berfirehiya vê rêziknameyê ku dê bandorê li rewşa bi dehhezaran girtiyên siyasî bike, dê piştî ku pakêt ji bo îmzeyan were vekirin zelal bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst