Cewad Xalisî: Kurd parçeyekî resen ê umeta Îslamî ne û parastina wan erk e

2 demjimêr berê
Muşhtaq Remezan
Nîşan Cewad Xalisî Şîeyên Îraqê Sûriye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê dînî yê Îraqî Cewad Xalisî, kiryarên kuştin û hedefgirtina li dijî Kurdan a li Sûriyeyê şermezar kir.

Rêberê dînî Xalisî her cure êrişên li ser pêkhateyên gelê Sûriyeyê red kir û teqez kir ku "Kurd parçeyekî resen û giring ê umetê ne û parastina wan erk e."

Xalisî derbarê bipêşketinên li Sûriyeyê ji Rûdawê re axivî û got: "Helwesta me ji destpêkê ve li ser parastina yekrêziya dewlet û gelê Sûriyeyê bû.

Her wiha misogerkirina mafên wekhev ji bo hemû ewladên wê yên Kurd, Ereb, Sunî, Şîe, Elewî û Durziyan, dûrî her cure destêwerdanên biyanî yan projeyên xirabkar."

Cewad Xalisî teqez kir ku "tişta jê re tê gotin piraniya Sunî yan Şîe, heta piraniya Îslamî, rastiyeke civakî ya rêzdar e di nav yek umetê de.

Nabe ku li ser ewladên din ên umetê xwe mezin bibînin berevajî wê berpirsyariya piraniyê ye ku kêmneteweyan biparêze."

Xalisî eşkere kir ku destêwerdana biyanî ji qonaxên ewil ên krîzê ve hebû. Armanca wê perçekirina hunandina niştimanî ya Sûriyeyê û bidawîanîna rola Sûriyeyê ya wekî hêzeke piştgira berxwedanê bû.

 Zanayê Şîe bal kişand ser kuştara mezhebî, koçberî û teqînên li Hims, Şamê û bajarên din û got ev encama planekê bûn ku me gelek caran hişyarî li ser dabû.

"Amerîka Kurdan dixapîne"

Rêberê Şîeyan diyar kir ku bûyerên dawî yên li rojhilatê Sûriyeyê xaleke din a vê planê ne û aliyên derve hewl didin Kurdan di nav projeyên perçekirin û fitneyê de bi kar bînînin, tevî ku piraniya wan li gel vê yekê nînin.

Xalisî hişyarî da ku xwe nespêrin hêzên derve, bi taybetî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.

Cewad Xalisî teqez kir ku "ezmûnên dîrokî îspat dikin ku dema berjewendiyên van hêzan hebin, ew hevalbendên xwe bi tenê dihêlin."

Xalisî mînakên li Îraqê, Komara Mehabadê, Îranê û her herêmên Kurdan ên li Tirkiyeyê yên borî bi bîr anîn.

Zanayê Şîe her wiha anî zimên ku ti nakokiya siyasî nabe hinceta êrişa li ser pêkhateyên umetê.

 Cewad Xalisî daxwaza yekîtiya gelan kir da ku rê li ber her cure sûcan li Sûriye, Îraq û herêmê were girtin.

Hêjayî gotinê ye ku li Bexdaya paytexta Îraqê, doh roja înê bi tevlîbûna çalakvan, akademîsyen û rojnamegerên Îraqî xwenîşandanek hate lidarxistin. Ev wekî nîşaneya piştgiriya ji bo Kurd û kêmneteweyên li Sûriyeyê hate kirin ku niha rastî êrişên komên çekdar ên ser bi hikûmeta Sûriyeyê ve tên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst