WAN - Amara qurbanî û ziyanên her du erdhejan hatin aşkerekirin

24-02-2020
RÛDAW
-
-
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Bakurê Kurdistanê Kela Xwê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di encama erdheja ku sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê hejand, li gundekî dikeve ser sînor ku ser bi Wanê ve ye, yek xanî jî ku ziyan negihiştibê nemaye.

Roja derbasbûyî demjimêr 08.53 bi hêza 5.7 û êvarî demjimêr 19.00 bi hêza 5.9 pileyên rîxter du erdhejan devera Kotol a ser bi bajarê Kela Xwê ya parêzgeha Urmiyê ve hejandin.

Li bajarên Wan, Colemêrg, Şirnex û deverên din ên nêzîk li sînor li aliyê Bakurê Kurdistanê jî, hest bi erdhejê hat kirin. Taybet jî li navçeyên sînorî ziyaneke mezin çê bû.

Di encama erdheja yekem a serê sibehê de, li  gundên Elbîs û Eleziyê, 4 jê zarok 9 kesan canê xwe ji dest dan.

Herwiha di encama rûxiyana axûran de jî hejmareke zêde ya pezên gundiyan mirar bûn.

Piştî erdhejê ji aliyê Rêveberiya Rewşên Awarte (AFAD) li wan gundan çadir hatin vedan.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî li Wanê di dema serdana xwe ya bo birîndaran de,  amara qurbanî û zirarên herdu erdhejan ragihand.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê derbarê hejmara birîndaran de diyar kir, “Bi giştî 39 kes birîndar bûne, 2 ji wan di beşa giran de ne. 12 kes çareseriya wan a pîzîşkî hatiye kirin.”

Soylu got ku li gor lêkolînên tîman li cihê bûyerê, heta niha 250 xanî û 300 axûr rûxiyane û di 700 xaniyan de jî zirareke mezin çê bûye.

Herwiha di encama her du edhejan de li parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê jî 104 kes birîndar bûn û zirar gihiştiye 1000 xaniyên 43 gundên ser bi bajarên Kela Xwê (Xoy) û Selmasê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst