Îran pêşwazî li asayîkirina peywendiyên welatên Erebî û Sûriyê dike

24-03-2022
RÛDAW
Nîşan Îran Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan di serdana xwe ya bo Şam a Paytexta Sûriyê de pêşwazî li helwesta welatên Erebî kir ên ku hewl didin peywendiyên xwe li gel Sûriyê asayî bikin.

Roja Çarşembê 23ê Adara 2022an di civîneke çapemeniyê de li gel Wezîrê Derve yê Sûriyê li Şamê, Husên Emîr Ebdullahiyan ragihand ku Îran pêşwazî li helwesta welatên Erebî ya asayîkirina peywendiyan ligel Sûriyê dike û got, ev helwesta wan welatan cihê dilxweşiyê ye.

Wezîrê Derve yê Îranê got, “Em pêşwaziyê li wê yekê dikin ku hinek welatên Erebî hewl didin peywendiyên xwe asayî bikin li gel Sûriyê, bi rêya nerînên xwe yên nû. Em bi wê yekê kêfxweş in.”

Di heman preskonfensê de Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad jî ragihand, “Ev derfeteke base bo me daku her demê em pêşveçûnên  li navçeyê, peywendiyên du alî, herwiha bûyerên girîng ên herêmî û navdewletî  bişopîn in.”

Wezîrê Derve yê Îranê roja Çarşembê 23ê Adarê bi serdanekê gihîşt Sûriyê û ji bilî hevdîtina ligel hevtayê xwe yê Sûrî, ligel Serokê Sûriyê Beşar Esed jî civiya.

Ji despêka şerê navxwe yê Sûriyê ve di 2011an de, piraniya welatên Erebî peywendiyên xwe li gel Sûriyê qut kirin, herwiha endamtiya Sûriyê di Komkara Erebî de hat rawestandin.

Lê piştî 11 salan ji şerê navxwe û mana Beşar Esed di desthilatê de bi piştgiriya Rûsya û Îranê, hin welatên Erebî hêdî hêdî peywendiyên xwe ligel Şamê asayî dikin.

Di çarçoveya asayîkirina peywendiyan de, heyamek berê Wezîrê Derve yê Îmaratê serdana Sûriyê kiribû û bi hevtayê xwe yê Sûrî û herwiha Serokê Sûriyê Beşar Esed re civiyabû.

Heftiya bihorî jî Serokê Sûriyê Beşar Esed serdana Îmaratê kir û li gel berpirsên hikmeta wî welatî civîn kiribûn.

Ev pêngav li gorî Wezîrê Derve yê Îranê “rûpelek nû” ya peywendiyên Sûriyê ye li gel welatên Erebî.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst