CENTCOM: Me rê li ber 67 keştiyan girt

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka CENTCOM Tengava Hurmizê Îran Keştiya Dorpêça Deryayî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) amarên nû yên dorpêça deryayî ya li ser Îranê eşkere kirin.

CENTCOMyê ragihand ku di nava 4 hefteyên dawî de rê li ber 67 keştiyên bazirganî girtiye ku dixwestin bikevin benderên Îranê yan ji wan derkevin.

Amarên dorpêça deryayî

CENTCOMyê di daxuyaniyekê de diyar kir ku ji destpêka bicihanîna dorpêça deryayî ya li dijî Tehranê, hêzên Amerîkayê rêya 67 keştiyên bazirganî guhertiye.

Wan tenê destûr daye 15 keştiyan derbas bibin ku alîkariya mirovî vediguhastin.

Li gorî daxuyaniyê, artêşa Amerîkayê ji bo ku ji bicihkirina dorpêçê piştrast bibe, 4 keştiyên bazirganî rawestandine (ji kar xistine).

Ev yek piştî wê qewimiye ku wan keştiyan nexwestiye pêbendî rênimayan bibin.

Guleyên hişyariyê

CENTCOMyê derbarê alozî û bipêşketinên nû yên li Tengava Hurmizê de got, di destpêka vê hefteyê de hêzên wan du keştiyên bazirganî neçar kirine ku vegerin.

Artêşa Amerîkayê pêşî bi rêya radyoyê pêwendî bi wan re daniye û pişt re jî bi çekên sivik guleyên hişyariyê berdane da ku ew rêya xwe biguherin.

Ev gavên Washingtonê wekî karteke guvaşa tund a li ser aboriya Îranê tên dîtin ku di navenda şerê li herêmê de ye.

Çima dorpêç hat danîn?

28ê Sibata îsal, Amerîka û Îsraîlê êrişî Îranê kir.

Îranê jî bi êrişên li ser welatên cîran û Îsraîlê bersiv da.

Îranê ji roja duyem a şer ve Tengava Hurmizê girt.

Vê yekê bihayê bermîleke petrolê ji 72 dolarî derxist ser 100 dolaran.

Amerîkayê di bersiva girtina tengavê de, 13ê Nîsanê dorpêça deryayî xist ser benderên Îranê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst