Zêbarî: Baweriya hinek Şîe û Suniyan bi federalîzmê nîne

1 demjimêr berê
RÛDAW
Hoşyar Zêbarî / Wêne: Torên civakî
Hoşyar Zêbarî / Wêne: Torên civakî
Nîşan Hoşyar Zêbarî Îraq Herêma Kurdistanê Federalîzm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di panela ewil a Diyaloga Îraqê ya 2026an ya li Encumena Atlantîkê de Hoşyar Zêbarî û Ebas Amirî nêrînên xwe li ser paşeroja Îraqê û pêwendiyên bi Amerîkayê re pêşkêş kirin.

Hoşyar Zêbarî rexne li nêrîna "navendî" ya li Bexdayê girt û diyar kir ku Herêma Kurdistanê bûye qurbaniya wê.

Ebas Amirî jî tekezî li ser pêwîstiya dewleteke bihêz kir ku karibe gendeliyê ji binî rake.

Endamê Desteya Birêvebir a Ofîsa Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî bal kişand ser destûra sala 2005an a Îraqê û got:

"Xelkê Îraqê bi hemû pêkhateyên xwe ve, di nav de merciyet jî heye, dengê xwe da destûrekê ku pergaleke federal, demokratîk û parlamenterî ava kir."

Zêbarî rexne li çawaniya bicihanîna destûrê girt û li pey çû:

"Tevî ku madeya yekem a destûrê dibêje Îraq dewleteke federal e, elîta siyasî ya Şîeyan û hinek Sunî wekî desthilata navendî li welat dinêrin.

Baweriya wan bi federalîzmê û dabeşkirina desthilat û çavkaniyan nîne."

"Kurdistan piştî Îmaratê herî zêde rastî êrişan hat"

Zêbarî ev nêrîna navendî wekî sedema "êşkişandina Herêma Kurdistanê" ya ji destê hikûmetên li dû hev ên Îraqê bi nav kir û amarên êrişan bi bîr xistin û da zanîn:

"Piştî Îmaratê, li Herêma Kurdistanê herî zêde êrişên mûşekî û dronî hatine kirin.

Sedema vê jî ew e ku Îranî wekî Îsraîleke biçûk li Kurdistanê dinêrin."

Zêbarî her wiha hêvî kir ku pirsgirêka wezaretên petrol û darayî ya di navbera koma Hekîm û Sûdanî de were çareserkirin û ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê serkeftin ji Ebas Amirî re xwest.

"Gendelî li ber bipêşketinê asteng e"

Sekreterê Giştî yê Çarçoveya Hevahengiyê Ebas Amirî qebûl kir ku gendeliyeke mezin di pergala siyasî de heye û got:

"Belê gendelî heye, gendeliyeke mezin di pergala siyasî de heye ku bûye asteng li ber bipêşketinê."

Lê Amirî parastina hikûmeta Sûdanî û namzedê nû Elî Zeydî kir û diyar kir ku wan dest bi têkoşîna li dijî gendeliyê kiriye.

Amirî destnîşan kir ku Îraq welatekî hilberînerê petrolê ye û xwedî hêzeke jeopolîtîk e û Amerîkayî jî vê yekê fêm dikin.

"Pêwendiyeke saziyî bi Amerîkayê re"

Amirî birêvebiriya nû ya Amerîkayê wekî "îdareyeke sermayedar" pênase kir û anî ziman:

"Em naxwazin pêwendiyên me yên demkî an jî bilez bin.

Em pêwendiyeke bi Amerîkayê re wekî welatekî dost dixwazin, ne tenê bi îdareyekê re.

Em dixwazin pêwendiyên me berdewam û saziyî bin."

Li ser mijara milîsan jî Amirî ragihand ku hikûmetê kontrol daniye ser tevgerên li derveyî dewletê û rewşa ewlehiyê aram e.

Wî qebûl kir ku pirsgirêka "dewlet di nav dewletê de" heye lê got ku çareserkirina vê "demê dixwaze."

"Birêvebiriya Trump û nêrîna wê ya li ser Îraqê"

Birêvebira Destpêşxeriya Îraqê ya li Encumena Atlantîkê Victoria Taylorê diyar kir ku birêvebiriya Trump wekî îdareyên berê girîngiyê nade mijara federalîzm û demokrasiyê û got:

"Ev îdare zêdetir li ser kêmkirina hebûna leşkerî û pêwendiyên bazirganiyê hûr dibe.

Ew dixwazin bi serkirdeyekî bihêz re bixebitin, loma xebata bi pergaleke aloz a dabeşkirina desthilatê ya li Îraqê ji bo wan ne hêsan e."

Cîgirê berê yê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê James Jeffrey jî anî ziman ku birêvebiriya Trump bawer nake ku erkê wan guhertina cîhanê be û got:

"Ev îdare bawer dike ku eger hevparên me ewlehiyê dabîn bikin, em dê bibin hevparên wan ên aborî."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst