Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz got, "Karê me yê li Îranê bi dawî nebûye."
Katz her wiha diyar kir ku ew dikarin careke din êrişî Îranê bikin.
Li gorî nûçeya rojnameya Haaretzê, Katz diyar kiriye ku Îranê di nava salekê de "derbeyên giran xwarine."
Katz amaje pê kir ku ew dikarin ducare êrişî Îranê bikin û got:
"Karê me yê li Îranê bi dawî nebûye. Em ji bo wê îhtimalê amade ne ku demeke nêzîk de bikevin nava liv û tevgerê."
Metirsiya dronên Hizbulahê
Katz li ser êrişên Îsraîlê yên li Libnanê jî axivî.
Wî anî zimên ku malên li gundên başûrê Libnanê hatine rûxandin.
Katz destnîşan kir ku ew bi metirsiya dronên Hizbulahê dizanin.
Katz da zanîn ku wan hemû bala xwe daye ser wê mijarê.
Êrişên li Libnanê û agirbest
Artêşa Îsraîlê 2yê Adarê li dijî Libnanê dest bi êrişên hewayî yên tund kiribû.
Artêşa Îsraîlê li başûrê Libananê derbasî gelek bajarokan bûye.
Hikûmeta Libnanê jî eşkere kiribû ku hejmara kesên ku ji cih û warên xwe bûne milyonek derbas kiriye.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê jî amarên kuştiyan belav kiribûn.
Li gorî amaran, ji 2yê Adarê ve di êrişên Îsraîlê de nêzîkî 2 hezar û 900 kes mirine.
Agirbesta demkî ya 10 rojî ya navbera Libnan û Îsraîlê 17ê Nîsanê ketibû meriyetê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump 24ê Nîsanê daxuyaniyek dabû.
Trump ragihandibû ku ev agirbest ji bo 3 hefteyên din hatiye dirêjkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse