Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku welatên ku bi Îsraîlê re hevkariyê dikin dê hesab bidin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li ser îdiayên ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di dema şer de serdana Îmaratê kiriye daxuyaniyek da.
Ebas Eraqçî li ser hesabê xwe yê Xê got, "Yên ku bi Îsraîlê re hevkariyê dikin û tovên dubendiyê diçînin dê hesab bidin."
"Serkirdayetiya me berê zanîbû"
Eraqçî diyar kir ku yekîneyên ewlehiyê yên Îranê berê ji ziyareta Netanyahu agahdar bûye.
Eraqçî anî zimên ku dijminatiya bi gelê Îranê re "qumareke bêeqilane ye" û got:
"Ji bo vê yekê hevkariya veşartî ya bi Îsraîlê re nayê efûkirin.
Yên ku bi Îsraîlê re hevkariyê dikin û tovên dubendiyê diçînin dê hesab bidin."
Ziyarera Netanyahu ya Îmaratê
Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê di daxuyaniya xwe de dabû zanîn ku Netanyahu bi dizî çûye Îmaratê.
Di heman daxuyaniyê de hatibû gotin ku wî bi Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan re hevdîtin kiriye.
Lê Îmaratê ew nûçe red kiribûn ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu çûye welatê wan û şandeya wî ya leşkerî hatiye qebûlkirin.
Malpera nûçeyan a Amerîkayê Axiosê di nûçeya xwe ya 26ê Nîsanê de cih dabû vê mijarê.
Axiosê nivîsandibû ku hevkariya leşkerî, ewlehî û îstixbaratî ya di navbera Îsraîl û Îmaratê de di dema şer de gihîştiye asta herî bilind.
Rayedarên ku ji Axiosê re axivîbûn ragihandibûn ku Netanyahu di rojên ewil ên şer de bi Mihemed bin Zayid Al Nehyan re hevdîtin kiriye.
Li gorî nûçeyê, piştî vê hevdîtinê Netanyahu fermana şandina bataryayeke Qubeya Hesinî û bi dehan leşkerên Îsraîlê yên berpirsên bikaranîna wê ji bo Îmaratê daye.
Balyozê Amerîkayê yê Îsraîlê Mike Huckabee jî li Tel Evîvê beşdarî konferansekê bûbû û ev yek piştrast kiribû.
Huckabee diyar kiribû ku Îsraîlê di dema şer de bataryayên Qubeya Hesinî û leşkerên ku dê wê bi kar bînin şandine Îmaratê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse