Malbatên qurbaniyên belema Yunanistanê dixwazin pişkinîna DNA çêbikin

24-06-2023
RÛDAW
Pişkinîna DNA li Rojavayê Kurdistanê tune ye
Pişkinîna DNA li Rojavayê Kurdistanê tune ye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malbatên 6 ciwanên ji bajarî Kobanî yên di belema li Yunanistanê de binav bûne, daxwaz dikin ji Kobanî derbasî Herêma Kurdistanê bibin û pişkinîna DNA çêbikin û bişînin wî welatî.

Malbatên her yek ji Ehmed Bozan Osê, Mihemed Ehmed, Welîd Mihemed Qasim, Mihemed Fewzî Şêxo, Diyar Mihemed Mihemed bi rêya Rûdawê bang li Rêveberiya Deriyê Pêşabûrê kirin ku rê bi wan bê dayîn da ku derbasî Herêma Kurdistanê bibin û pişkinîna DNA çêbikin.

Ew dibêjin, pişkinîna DNA li Rojavayê Kurdistanê tune ye.

Roja 14ê vê mehê belemeke koçberan li nêzîkî peravên Yonanê binav bibû, 750 kes têde bûn, 104 kes hatin rizgarkirin, termên nêzîkî 100 kesan hatin dîtin.

Ji kesên Rizgarbûyî 5 ciwanên ji Kobanî hebûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst