Dervîşoglu: Ji bo çareseriyê divê zimanekî avaker were bikaranîn

24-07-2025
RÛDAW
Nîşan Musavat Dervîşoglu Mehmet Kaya Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşoglu îro li Ameda Bakurê Kurdistanê di konferanseke rojnamegeriyê de li ser pêvajoya çareseriyê axivî.

Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê got, "Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê zimanekî rast û gotareke avaker were avakirin."

Dervîşoglu di çarçoveya hevdîtinên xwe de di destpêkê de Baroya Amedê ziyaret kir.

Rawestgeha duyem a Dervîşoglu li Amedê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) bû.

Dervîşoglu li Pêşangeha Gastronomiyê ya li ber deriyê odeyê geriya û paşê bi Serokê DTSOyê Mehmet Kaya re di konferansa rojnamegeriyê ya hevbeş de axivî.

Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê diyar kir ku wan li ser rewşa Tirkiyeyê hevdîtin pêk anîne û got:

"Wan nêrînên xwe bi nivîskî ji me re şandin, me jî bi awayekî vekirî û zelal bersiv da.

Cihê Amedê ji bo me taybet e. Ji ber ku em ji Amedê hez dikin û em girîngiyê didin wê.

Em dizanin ku Amed layiqî asteke gelekî bilindtir e. Em li her platformê dibêjin ku divê hem ji aliyê aborî û hem jî ji aliyê civakî ve di asteke gelekî pêşketîtir de be."

"Şert çi dibin bila bibin, ji bo başbûnê helwesta me hevpar e"

Dervîşoglu amaje bi pêvajoya çareseriyê jî kir û wiha pê de çû:

"Helbet dibe ku nêrînên me yên cuda li ser vê pêvajoyê hebin. Em dikarin çavkaniyên van cudahiyên nêrînan jî nîqaşan bikin.

Lê xaleke me ya hevpar heye; şert û merc çi dibin bila bibin, ji bo ku pêşhat ber bi başiyê ve biçin helwesteke me ya hevpar heye.

Ji bo ku em encamên rast bi dest bixin, divê destpêkên rast hebin. Em nêrîna xwe ya ku hinek destpêk ne rast in jî bi awayekî eşkere tînin zimên.

Em dê bi helwesta 'ev pirsgirêk e' nêzî mijarê bibin û ji bo avêtina gavên rast ên çareseriyê jî bibin alîkar.

Ez her dera ku diçime dibêjim. Pirsgirêk bi pênasekirinê çareser nabin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê zimanekî rast û gotareke avaker were avakirin.

Yanî divê êdî Tirkiye karibe biaxive.

Em her tim behsa pirsgirêkeke nîv sedsalî dikin lê nayê gotin ku me ji bo çareserkirina pirsgirêkê zemînên saxlem ava kirine û me karîbûye vê pirsgirêkê bi wate nîqaş bikin.“

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst