HELEB - Enstîtuya Adîk Muzîkê zarokan fêrî mûzîka Kurdî dike

24-08-2025
Nûjîn Yûsif
Nîşan Efrîn Enstîtuya Adîk Muzîkê Heleb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Enstîtuya Adîk a Muzîkê ku piştî êrişên li ser Efrînê neçar mabû deriyên xwe bigire, niha li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê zarokên Kurd fêrî muzîk û stranên Kurdî dike.

Xelkê Herêma Efrînê ku wekî Çiyayê Kurmênc jî tê naskirin, bi girêdana xwe ya xurt a bi muzîk û hunerê ve navdar e.

Ev herêm warê bi dehan dengbêj û stranbêjên wekî Adîk, Cemîl Horo, Reşîdê Mem Çûçanê, Elî Tico, Omer Cemlo, Ednan Dilbirîn û Bavê Selah bûye.

Di vê çarçoveyê de, yek ji navendên hunerî yên girîng Enstîtuya Adîk Muzîkê bû. Ev enstîtu di sala 2013yan de li navçeya Cindirêsê ya Efrînê hatibû avakirin.

Bi dehan zarokên Kurd li vê navendê fêrî muzîk û stranên Kurdî bûbûn.

Koçberiya ber bi Helebê

Piştî êrişa Tirkiyeyê ya sala 2018an a li Efrînê, enstîtu neçar ma deriyên xwe bigire.

Birêvebirê Enstîtuya Adîk Muzîkê Elî Îsa, jî wekî bi hezaran Kurdên din ên Çiyayê Kurmênc, ket ser rêya koçberiyê û berê xwe da Helebê.

Tevî vê koçberiya bi zorê, Enstîtuya Adîkê li Helebê careke din deriyên xwe vekir.

Niha li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê di nava rewşa dorpêç û şer de xebatên xwe didomîne û bi israr zarokên Kurdan fêrî mîrateya wan a hunerî dike.

Birêvebirê Adîk Muzîkê Elî Îsa îro mêvanê Bultena Rojava ye û dê behsa kar û xebatên enstîtuyê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst