Hewlêr (Rûdaw) – Baskê leşkerî yê PKKê, HPGê ragihand ku endamên wan ên bi navên Atilla Çîçek û Huseyîn Yildirim îro ji aliyê Ermenistanê ve radestî Tirkiyê hatine kirin.
Ajansa Anadoluyê ragihand ku Îstixbarata Tirkiyê (MIT) gerîlayên HPGê Atîlla Çîçek û Huseyîn Yildirim li ser sînor di operasyonekê de girtine û anîne Tirkiyê.
Hat ragihandin ku Atîlla Çîçek ê bi nasnav "Leheng" û Huseyîn Yildirim ê bi nasnav "Elîşêr" di lîsteya bultena sor de bûne.
Baskê leşkerî yê PKKê, HPGê diyar kir ku Çîçek û Yildirim ji aliyê Ermenistanê ve radestî Tirkiyê hatine kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê îro di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, “Di Tebaxa 2021an de hevalên me Leheng û Elîşêr li nêzî sînorê Ermenistanê li ser peywira xwe bûn û rastî hêzên dewleta Ermenistanê hatine. Ji bo ku rewşeke neyînî pêk neyê hevalên me hesas tevgeriyane lê piştre hevalên me hatine desteserkirin û girtin. Derbarê hevalê me doz hatine vekirin û hevalên me di warê hiqûqê de têkoşiyane û di 23ê Sibata 2022an de Dadgeha Temyîzê ya Ermenistanê derbarê wan biryara berdanê daye. Hevalên me ji dêvila ku li gorî qanûnên hiqûqa navneteweyî û ya dewleta Ermenistanê divê werin berdan, ji aliyê îstîxbarata Ermenistanê hatine revandin. Di encama hewldanan de soz hatiye dayîn wê hevalên me werin berdan lê mehek berê hevalên me Leheng û Elîşêr ji aliyê dewleta Ermenistanê ve bo dewleta Tirk hatine radestkirin.
Dewleta Ermenistanê bi vê bûyerê hem qanûnên navneteweyî û hem jî hiqûqa xwe ya fermî bin pê kiriye. Ev hevalên me yên şoreşgerên Kurdistanê ji bo parastina hebûna gelê xwe û azadiyê têdikoşin û êşa hemû gelên bindest di dilê xwe de hîs dikin. Ermenistanê ev hevalên me radestî dewleta Tirk a dagirker kiriye û ev tişt ji bo Ermenistanê şermeke mezin e. Bi vî awayî herdû hevalên me ketine destê dewleta Tirk. Lê medyaya şerê taybet a dewleta Tirk ev bûyer wekî operasyoneke MÎT’ê ya serkeftî pêşkêş kiriye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse