Rubio û Lavrov li ser çareseriya şerê Ukraynayê civiyan

24-09-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Rûsya Ukrayna Marco Rubio Sergey Lavrov
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li New Yorkê bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re civiya û li ser çareserkirina şerê li Ukraynayê gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Lavrov û Rubio di çarçoveya Civata Giştî ya 80emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) de li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê civiyan.

Di hevdîtinê de ku krîza Ukraynayê hat gotûbêjkirin, her du wezîran li gorî xeta ku di lûtkeya di navbera Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Amerîkayê Donald Trump de li bajarê Anchorage yê eyaleta Alaskayê meha tebaxê hatibû diyarkirin, li ser çareserkirina krîzê nêrînên xwe parve kirin û piştrast kirin ku ew alîgirê dîtina çareseriyeke aştiyane ne.

Lavrov di hevdîtinê de tekezî li ser wê yekê kir ku "Rûsya amade ye pabendî xeta ku her du lîderan li Alaskayê destnîşan kirine bibe, di nav de hevahengiya hewldanên ji bo rakirina sedemên bingehîn ên krîza Ukraynayê bi aliyê Amerîkî re" û destnîşan kir ku "hewlên Kîev û hin welatên Ewropayê yên ji bo dirêjkirina pevçûnan nayên qebûlkirin."

Pêwendiyên dualî hatin gotûbêjkirin

Di hevdîtina ku têkiliyên di navbera Rûsya û Amerîkayê de hatin gotûbêjkirin de, hemû aliyên pêwendiyên dualî, di nav de vejandina têkiliyên siyasî jî hatin nirxandin.

Di hevdîtinê de, "girîngiya domandina leza ku serokên her du welatan ji bo başkirina pêwendiyan bi dest xistine" hat tekezkirin.

Her du aliyan diyar kirin ku divê xebatên ji bo birêvebirina asayî ya nûneratiyên mîsyonên dîplomatîk bên zêdekirin.

Lavrov û Rubio li ser domandina diyalogeke avaker a di navbera wezaretan de li hev kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst