Amerîka û Ukraynayê li ser plana nû ya aştiyê li hev kir

24-11-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Ukrayna Rûsya Agirbest Donald Trump Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka û Ukraynayê ragihand ku wan planeke nû û sererastkirî ji bo rawestandina şerê 3 sal û nîvan ê Ukrayna û Rûsyayê amade kiriye.

Di reşnivîsa birêvebiriya Trump de guhertin hatin kirin ku rayedarên Ukrayna û Ewropayê bawer dikirin ku di berjewendiya Moskowê de bû.

Îro danê sibehê, di daxuyaniyeke hevpar de ku piştî civîna şandeyên bilind ên Amerîka û Ukraynayê ya li Cenevreyê hat belavkirin, her du aliyan ragihand ku dan û standinên wan "berhemdar" bûne.

Aliyan her wiha amaje bi wê yekê kir ku di rojên pêş de dê dan û standin berdewam bikin.

Lê belê di daxuyaniya hevpar de hûrgiliyên hinek mijarên girîng nehatin baskirin; di nav wan de, çawaniya misogerkirin û garantiya parastina ewlehiya Ukraynayê ya li hemberî gefên Rûsyayê.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ku serperiştiya civînan dike, ragihand ku hîn gelek mijar hene ku divê ew li ser biaxivin.

Di nav wan de rola NATOyê lê tîma wî kariye dilgiraniyên Ukraynayiyan ên li ser plana 28 xalî ya Serokê Amerîkayê Donald Trump kêm bike.

Rubio piştî civînê ji rojnamegeran re got, "Îro me bi awayekî berbiçav armancên xwe bi dest xistin."

Beriya civînê, Trump ji Koşka Spî rexne li serkirdayetiya Ukraynayê girtibû û ew tohmetbar kiribûn ku ne spasdarê alîkariyên Amerîkayê ne lê paşê rayedarên Ukraynayê careke din spasdariya xwe ji bo Serokê Amerîkayê ducare kir.

Pişt re rayedarên Ewropayê tev li şandeya Amerîka û Ukraynayê bûn ji bo domandina dan û standinan û dariştina reşnivîseke nû ji plana Amerîkayê ku di plana kevn de Washingtonê pêşniyara sînordarkirina hêzên çekdar ên Kîevê û destberdana ji hinek herêmên Ukraynayê dikir.

Li gel vê yekê, Yekîtiya Ewropayê jî planeke taybet ji bo agirbest û aştiya di navbera Ukrayna û Rûsyayê de heye.

Ewropî pêşniyar dikin ku hêzeke mezintir ji ya di plana Amerîkayê de hatiye diyarkirin ji Ukraynayê re were dayîn û dan û standinên li ser kontrolkirina herêman jî divê bi lihevkirinê be, ne ku pêşwext biryar were dayîn bê kîjan herêm didin Rûsyayê.

Dem û mercên Trump

Beriya dan û standinên Cenevreyê, Trump heta pêncşemê dem dabû Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ji bo pejirandina planê ku daxwazê ji Ukraynayê dike dest ji çend herêman berde, sînordarkirina pêgeh û hejmara leşkerên xwe qebûl bike û dev ji daxwaza çûna nav NATOyê berde.

Ji bo gelek Ukraynayiyan, ev merc piştî nêzîkî çar salên şer wekî teslîmbûnê tên dîtin lê paşê Trump hinekî poşman bû û ragihand ku plana wî ne plana dawî ye û dikare destkarî tê de were kirin.

Rubio ragihand ku hîn pêdiviya Amerîkayê bi demê heye ji bo çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî û hêvî kir ku heta roja pêncşemê bigihin rêkeftinekê; lê amaje bi wê yekê jî kir ku dibe dan û standin û mizakere demeke zêdetir bixwazin.

Rayedarên Amerîkî û Ukraynî yên agahdarî dan û standinan, yekşemê ji Reutersê re ragihand ku şandeyên Amerîka û Ukraynayê egera serdana Zelenskyy ya Washingtonê gotûbêj kiriye, dibe ku ew serdan hefteya bê be, bi mebesta gotûbêjkirina li ser plana Trump a ji bo aştiya di navbera Ukrayna û Rûsyayê de.

Derbarê naveroka civînên roja yekşemê de, Rubio ragihand ku ew civîn dibe ku di navbera serkirdeyên wî welatî de dan û standina herî baş be, ji dema ku Trump vegeriyaye Koşka Spî.

Li aliyê din, Serokê Şandeya Ukraynayê Andriy Yermak spasiya Trump kir ji bo piştgiriya Kîevê.

Hefteya borî, Amerîkayê planeke 28 xalî ya taybet bi bidawîhatina şerê Ukrayna û Rûsyayê ragihandibû lê ji wê demê ve, Ukraynî û Ewropî ji wê planê dilgiran in û Ewropî dibêjin ku di dariştina wê planê de şêwir bi wan nehatiye kirin.

Reşnivîsa plana Amerîkayê, gelek daxwazên sereke yên Rûsyayê li ber çavan girtine lê tenê piştrastiyeke nezelal dide Ukraynayê derbarê "garantiya ewlehiyê" de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst