Rûsyayê hişyarî da Amerîkayê

08-10-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Rûsya Ukrayna Tomahawk
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bangî  Amerîkayê kir ku bi awayekî hişyar li mijara Tomahawkê binêre.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergei Ryabkov ragihand kir ku Rûsya bangî Amerîkayê dike ku di mijara veguhestina mûşekên Tomahawkê ji bo Ukraynayê de bi awayekî berpirsiyarane tevbigere.

Sergei Ryabkov got, "Bêyî software û bê rampayên avêjker, mûşek bi xwe wek lûleyên vala ne.

Ji ber vê yekê, wekî ku ji hêla Rûsyayê ve jî di asta herî bilind de hatiye ragihandin, bikaranîna hîpotetîk a pergalên weha tenê bi beşdariya rasterast a personelên Amerîkayê mimkun e."

Sergei Ryabkov diyar kir ku ew hêvî dikin ku ew kesên ku Washingtonê ber bi biryareke wiha teşwîq dikin ji kûrahî û giraniya encamên her biryareke ku di vê rewşê de tê dayîn baş têdigihêjin û got:

“Bê guman, em bangî serokatiya Amerîkayê û artêşa Amerîkayê jî dikin ku bi awayekî hişyar, maqûl û berpirsiyarane nêzîkî vê rewşê bibin.”

Ryabkov her wiha got, “Ji aliyê me ve, ti fikara me tune. Çavkaniyên me dihêle ku em di rêça de ku ji hêla Serfermandarê Bilind ve hatî destnîşankirin bi pêş ve biçin."

Sekreterê Çapemeniyê yê Serokê Rûsyayê Dmitry Peskov berê gotibû, “Radestkirina mûşekên Tomahawkê ji bo Kîevê, eger ev yek pêk were, dê bibe sedema aloziyek cidî, her çend ew dê nikaribe rewşa li eniya pêş ji bo rejîma Kîevê biguherîne.

Lê girîng e bê fêmkirin ku mijara gotinê mûşekên xwedî şiyana çekên navokî ne. Ji ber vê yekê, ev bi rastî jî aloziyek cidî ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst