Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nirxê otomobîlan girantir dibe

24-10-2021
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Otomobîl Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Her ku diçe kirîza aborî li Tikriyê û Bakurê Kurdistanê tundtir dibe. Ji ber daketina buhayê lîreyê Tirkiyê li himberî dolarî Amerîkî  bazara firtona otombîlan jî tevlîhev kiriye. Bihayê hin corên otomobîlan ji sedî 200 zêde bûye. Bazar li ber metirsiya îflasê ye.

Piştî daxistina asta faîzan ji aliyê Banka Navendî ya Tirkiye, di nava bazaran de cardin bihabûn çê bûye. Yek ji beşên bazara giştî ku bandoreke rasterast û mezin dibîne bazara fiotina otombîlan e. Ji xwe ew zêdeyî salekê ye li tevahiya cîhanê krîzeke chîp heye û otombîl kêm têne hilberîn.

Li bazara otomobîlan pêl jî nalivin. Mezintirîn bazara Tirkiye ku rojane bi hezaran seyare lê dihatin kirîn û firotin, niha tenê esnaf û dikandar, li ber derê dikanan di galegalê da ne. Ji ber qeyrana aborî, giranbûna nirxê dolar zêdebûna duqat ya bihayê seyareyan, mişterî nîn in. Metirsiya îflasê gihîştiye ber her direyekî esnafan.

Firoşkar Sefer Baran dibêje “Ne seyare têne firotin, ne xelk dolar û zêrên xwe hûr dikin. Bo wê, vê gavê rewşa me ne baş e. Em her yek 15-20 hezar lîre kirê didin û em niha nikarin wê mesrefî derxin. Rewşa me niha ne baş e.”

Nûnerê Komeleya Firoşkarên Otomobîlan Levent Bozkûrt got "Ji ber ku qeyrana chîp dewam dike hilberîna seyareyan li cîhanê rawestiya ye. Destê duyem jî bihayê xwe her zêde dike. Him bihabûna dolar berdewam dike û him jî nebûna dengeyekî pereyê krîpto rewşa me têk dibe. Ji ber ku seyareyên sifir nayên em çaverê dikin biha hîna jî zêde bibin. Seyareya ku em îro bifroşin, siba bi heman bihayî em nikarin bikirin"

Li gor texmînên pisporan di van rojan de wê bihayê her seyareyekê li nava Tirkiye bi qasî 60 hezar lîre zêde bibe. Ew texmîn li ser wê tê kirin da ku nirxê dolar ji 9 lîre û 60 qurişî derbas bûye. Di sala 2019an de li tevahiya Tirkiye ji sedî 23 kêm bibû û hejmar bibû 480 hezar. Di sala 2020an de ji sedî 61 bazar geş bibû û bi giştî 770 hezar wesayît hatibûn firotin. Lê îsal rewş rûyê firoşkaran geş nake.

Firoşkar Fesîh Deniz got “Piştî ku pandemî hat pê re bihayê seyareyan bune sê qat. Vê dawiyê jî bihabûna dolar bi rastî milet naxwaze seyareyên xwe jî bifiroşe. Him kirêya dikanan him bihabûna seyareyan esnaf xistine rewşeke gelekî zehmet de.”

Sektora ku dahata herî mezin li aboriya giştî zêde dike otomotîv e û rêje salane 16.3 ye. Di sala 2020an de bi qasî 25.5 milyar dolar ji hinardekirina vê qadê hate dabînkirin. Li hêla din zêdeyî 200 hezar kes jî debara xwe li vê qadê dike. Tirkiye di warê hilberîna otomobîlan de jî li cîhanê di rêza 16an de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst