HSDyê li ser êrişan daxuyanî da: '12 sivîl şehîd ketin'

24-10-2024
Nîşan Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Tirkiye Êriş Sivîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku di êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê de 12 sivîl şehîd ketine.

Li Enqereyê êrişî Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) hat kirin.

Tirkiyeyê piştî vê bûyerê êrişî gelek deverên Başûr û Rojavayê kir.

Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) li ser êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got:

“Dewleta dagirker a Tirk bi pêleke nû ya êrişan jêrxane kir hedef ku ji bo jiyanek xelkê hîmekî esasî ye.”

“2 zarok jî şehîd ketin”

HSDyê diyar kir ku di êrişên Tirkiyeyê de sivîl û hêzên ewlehiyê yên ku ji aramiya herêmê berpirsiyar in jî bûne hedef û berdewam kir:

“Êrişên dawiyê yên Tirkiyeyê bûn sedema şehîdketina 12 sivîlan ku 2 ji wan zarok in û birîndarbûna 25 sivîlan ku birînên hinekan ji wan giran in.”

Li gorî daxuyaniyê, Tirkiyeyê êrişî 42 navendên xizmetên civakî kiriye.

Hêzên Sûriyeyê Demokratîk destnîşan kir ku ew dê ji bo parastina axa xwe dudilî nebin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Mezlûm Ebdî û Rohilat Efrîn / Wêne: Ji ber dîmenan

Mezlûm Ebdî: Pêwendiyên me û Tehrîr El Şamê hene

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî got, 'Pêwendiyên me û Tehrîr El Şamê hene, me û Tehrîr El Şamê ti carî şer nekiriye'