2 girtiyên Efrînî piştî zêdeyî 30 salî ji zîndanên Tirkiyeyê hatin berdan

24-10-2025
Ferdî Sak
Nîşan Kurd Efrîn Girtin Veger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 2 girtiyên Kurd ên ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê Mihemed Emîn Îsmaîl û Lamîa Asu piştî zêdeyî 30 salî ji zîndanên Tirkiyeyê hatin berdan û çûn Rojavayê Kurdistanê.

Mihemed Emîn Îsmaîl li Taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê bi dahol û zirneyan hat pêşwazîkirin.

Girtiyê Kurd ê ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê Mihemed Emîn Îsmaîl ê 51 salî, sala 1994an li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê hat girtin.

Ew pişt re ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi hinceta “xerakirina yekîtî û yekparçebûna dewletê” bi cezayê heta hetayê yê girtîgehê hat cezakirin û li Girtîgeha Boluyê girtî bû.

Girtiya Kurd Lamîa Asuya 53 salî ku ew jî ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye bi heman awayî sala 1992yan li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê hatibû girtin.

Bi hinceta “xerakirina yekîtî û yekparçebûna dewletê” cezayê heta hetayê li wê jî hatibû birîn.

Lamîa Asu 9ê vê mehê ji Girtîgeha Îzmîrê hatibû berdan û li Navenda Vegerandinê ya Harmandaliyê dihat ragirtin.

Çalakvanê ji bajarê Helebê Hesen Xemgîn ji Rûdawê re ragihand ku her du girtiyên Efrînî piştî zêdeyî 30 salan ji mana li girtîgehên Tirkiyeyê îro hatine berdan û vegeriyane Sûriyeyê.

Xemgîn da zanîn ku Mihemed Emîn Îsmaîl ji gundê Memalayê yê navçeya Racoyê ya Efrînê ye û niha li mala birayê xwe ya li taxa Şêx Meqsûdê dimine.

Her wiha Lamîa Asu jî ji gundê Jarê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê ye.

Mihemed Emîn Îsmaîl û Lamîa Asu li Şêx Meqsûdê bi merasîmeke bi dahol û zirneyê ji aliyê malbat û xizmên xwe ve hatin pêşwazîkirin.

Dema pêşwazîkirina wan muzîka Ey Reqîbê jî olan da.

Mihemed Emîn Îsmaîl di dema pêşwaziyê de du kevokên di rekihê de firandin.

Pişt re jî xizmên wî qurbanek li ber lingên wî ser jê kir.

Girtiyê Kurd piştî pêşwaziyê û hembêzkirina xizmên xwe daxuyaniyek da û derbarê rewşa girtiyên li zindanên Tirkiyeyê axivî. 

“Hemû derd û kula wan Rojava ye”

Mihemed Emîn Îsmaîl diyar kir ku bala hemû girtiyên siyasî li ser Rojavayê Kurdistanê ye û got:

“Her dema ku xebereke nebaş ji Rojava werdigirin nikarin razin. Hemû derd û kula wan Rojava û ev der e.”

“Gelek silavan li Rojava bike”

Wî eşkere kir ku li girtîha ku ew jê hatiye berdan 108 girtiyên ku di rewşa wî de ne hebûn û got:

“Hemûyan jî got gelek silavan li Rojava bike û çavê me hemûyan li wê derê ye. Dibêjin bila tiştek bi wê derê neyê û ew der parastî be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst