Li Îranê li ber sêdarê ne, li Îtalyayê welatiyên rûmetê ne

24-10-2025
RÛDAW
Nîşan Pexşan Ezîzî Şerîfe Mihemedî Werişê Mûradî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bajarê Fabriano yê Îtalyayê mafê welatîbûna rûmetê da sê jinên çalakvan ên Îran û Rojhilatê Kurdistanê.

Her sê jinên çalakvan niha li Îranê di girtîgehê de ne û cezayê bidarvekirinê li wan hatiye birîn.

Pexşan Ezîzî ya lêkolera civakî, Werişe Muradî ya çalakvana siyasî û Şerîfe Mihemedî ya çalakvana karkeran ji aliyê bajarê Fabrianoyê mafê welatîbûna rûmetê wergirt.

Endama Encumena Fabrianoyê Maria Ricciutettiyê 28ê Tebaxa 2025an ragihandibû ku Encumena bajarê wan bi yekdengî erê kiriye ku mafê welatîbûna rûmetê bide Pexşan Ezîzî, Werişe Muradî û Şerîfe Mihemediyê.

Pexşan Ezîzî, Werişe Muradî ji Rojilatê Kurdistanê ne û piştî şoreja Jîna Emînî ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatibûn girtin.

Encumena Bajarê Fabrianoyê ji bo dayîna mafê welatîbûnê merasîmek saz kir.

Seroka Encûmena Bajarê Fabrianoyê Daniela Ghergoyê di merasîma xelatdayînê de axivî.

Seroka Encûmenê ragihand ku wan sê jinên çalakvan ji bo pêkanîna azadî, wekhevî û rûmeta mirovahiyê xebatitîne.

Danielayê her wiha teqez kir ku dayîna mafê welatîbûna rûmetê ne tenê rêzgirtina li wan e, belkî rêzgirtina li nirxê jiyanê û rûmeta mirovahiyê ye.

Ew sê jinên çalakvan kî ne? 

Pexşan Ezîzî ji Mahabadê ye û sala 2023yan piştî vegera ji Başûrê Kurdistanê li Tehranê hatibû desteserkirin.

Pexşan lêkolereke civakî ye û di dema şerê DAIŞê de li Başûr û Rojavayê Kurdistanê alîkariya mexdûr û koçberan kiribû.

Dadgeha Tehranê bi tohmeta "çalakiya çekdarî ya li dijî desthilata Îranê" cezayê bidarvekirinê lê birî û cezayê wê hatiye pesendkirin.

Werişe Muradî jî di Tebaxa 2023yan de li ser rêya di navbera Kirmaşan û Sineyê de hatibû desteserkirin.

Werişe ji Sineyê ye û ew çalakvana siyasî jî bi tohmeta "çalakiya çekdarî ya li dijî hikûmeta Îranê" bi cezayê bidarvekirinê hatiye mehkûmkirin.

Şerîfe Mihemedî jî ji bajarê Reştê yê bakurê Îranê ye û çalakvaneke warê karkeran e.

Sala 2023yan bi tohmeta "peywendiya bi baskekî Komeleya Şoreşger û ya Zehmetkêşan" cezayê bidarvekirinê lê hat birîn.

Dadgeha Dîwana Bilind a Dadweriyê ya Îranê cezayê Şerîfeyê betal kir lê ew hêj di girtîgehê de ye.

Li aliyê din, Encûmena Bajarê Floransayê ya Îtalyayê Sibata 2025an jî biryar dabû ku mafê welatîbûnê bide wan sê jinên çalakvan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst