URMIYE - Jin û mêr ji ber gazê mirin

24-11-2025
RÛDAW
Nîşan Urmiye Gaza Karbonmonoksîtê Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Sayîn Qelayê yê parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê, jinek û mêrekî hevjîn ji ber bijehrêketina bi gaza karbonmonoksîtê ya sobeyê canê xwe ji dest da.

Birêvebirê Tenduristiyê yê Sayîn Qelayê (Şahîndijê) Arif Şucaet ragihand ku bûyer yekşemê li Taxa Qizilnavê ya bajêr çêbûye û du hevjînên ciwan dema li mala xwe razayî bûne ji ber gaza karbonmonoksîtê bi jehrê ketine û mirine.

Birêvebirê Tenduristiyê yê Sayîn Qelayê diyar kir ku sedema bûyerê bikarneanîna boriya guncav a ji bo sobeya gazê û belavbûna gaza karbonmonoksîtê ya li nav malê bûye û got:

"Ev bûyera yekemîn mirina ji ber gaza malan e ku îsal li bajarê Şahîndijê çêbûye."

Arif Şucaet bangî welatiyan kir ku di demsala sermayê de û dema bikaranîna sobeyên gazê gelekî baldar bin da ku rê li ber bûyerên wiha yên diltezîn bigirin.

Sayîn Qelayê li başûrê parêzgeha Urmiyeyê ye û hejmara niştecihên wê zêdetirî 100 hezar kesî ye.

Salane li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, bi dehan kes ji ber gaza malan canê xwe ji dest didin yan bi jehrê dikevin.

Beşek ji sedema bijehrêketina bi gaza malan ji ber bicihneanîna tedbîrên xweparastinê ye û beşek jî ji ber kevnarî û kunbûna boriyên gaza malan e.

Saziya Bijîşkiya Dadî ya Îranê 19ê Çiriya Paşîn a 2025an di raporekê de ragihandibû, ji 21ê Adara 2025an heta 21ê Îlona 2025an, ango di şeş mehan de 274 kesan li wî welatî bi bijehrêketina gaza karbonmonoksîtê canê xwe ji dest daye ku 195 ji wan mêr û 79 ji wan jî jin bûne.

Saziya Bijişkiya Dadî ya Îranê da zanîn ku li gorî par mirina ji ber gazê li wî welatî ji sedî 16,6 zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst