Mîrasa sedsalan di xetereyê de ye: Xalîçeyên Kurdan ber bi tunebûnê ve diçin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sine Xalîçe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê hilberîna xalîçeyên bidestçêkirî yên navdar ên cîhanî ketiye ber sekinandinê.

Nûnerên sektorê hişyariyê didin ku eger piştgirî neyê dayîn ev pîşeya dîrokî dibe ku bi temamî ji holê rabe.

Serokê Konseya Hilberînerên Berikên Bidestçêkirî yê Sineyê Afşîn Hebîbî bal kişand ser krîza kûr a sektora xalîçevaniyê ya li herêmê.

Afşîn Hebîbî sedemên sereke yên kêmbûna xalîçevaniyê wekî ambargoyên aborî, dahata kêm û pêşbaziya navneteweyî rêz kirin.

"Îranê cihê xwe da Çîn û Hindistanê"

Afşîn Hebîbî ji ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê re axivî û diyar kir ku ambargoyên ku ev 30 sal in li ser Îranê ne cihê wan ê di bazara cîhanî ya xalîçeyan de lawaz kiriye.

Hebîbî got, "Îran êdî di bazara cîhanê de hatiye xaleke bêbandor. Welatên wekî Çîn, Hindistan û Pakistanê cihê me girt."

Hebîbî destnîşan kir ku wan welatan bi saya hostayên ku ji Îranê birine teknîkên çêkirinê fêr bûne û li gorî daxwaza xerîdaran hilberîn kirine.

Dahata kêm û pirsgirêka sîgorteyê

Li parêzgeha Sineyê dîroka berikçêkirinê digihîje bi sedan salan lê bi gotina Hebîbî  hunermend di debara xwe de zehmetiyan dikişînin û wî ev hişyarî da:

"Dahata kesên ku xalîçeyan çêdikin gelekî kêm e û têra pêdiviyên jiyanê nake.

Pirsgirêka herî mezin a xebatkarên me yên ku piraniya wan jin in, xebata bêsîgorte ye.

Eger hikûmet, saziyên giştî yan saziyên pîşesaziyê yên mezin ên li parêzgehê piştgiriyê nedin vê sektorê, ev hunera kevnar dê di demeke nêzîk de bibe dîrok."

Li Sineyê 90 hezar kes vî karî dikin

Li gorî daneyên Birêvebiriya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Sineyê, li parêzgehê nêzîkî 90 hezar kes bi karê çêkirina xalîçeyan mijûl dibin.

Salane bi navînî di navbera 160 hezar û 180 hezar metre çargoşe xalîçe tên hilberîn.

Xalîçeyên Sine û Bîcarê bi kalîte, reng û xweragiriya xwe li seranserê cîhanê wekî du marqeyên mezin ên tomarkirî tên naskirin.

Rayedar tekez dikin ku ji bo parastina xalîçeyên Kurdan ên ku xwedî reng û nexşên bêhempa ne, divê planeke lezgîn were bicihanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst