Amed (Rûdaw) - Ji ber berfa zêde li herêma Qerejdaxê ya di navbera Amed û Rihaya Bakurê Kurdistanê de hejmareke zêde ya otomobîlan di berfê de man. Gelek rêwî ji aliyê tîmên rizgarkirinê yên AFAD û şaredariyan ve hatin rizgarkirin. Herwiha ji ber girtina rêyan bi sedan rêwî di otogaran de asê manê.
Ji bajarên Bakurê Kurdistanê bi sedan seferên otobusan ji ber girtina rê rawestiyan. Nexasim jî rêwiyên ku ji bajarên Kurdan berê xwe didin Mêrsîn, Edene, Antalya, Enqere û Stenbolê.
Yek ji van rêwiyan jî dayikek ji Mûsilê ye. Lingên wê nagirin û li ser kursiyên bi teker diçe. Ev 2 roj in ji ber girtina riyan nikare ji otogara Amedê biçe Mûsilê.
Rêwiya ji Mûsilê Behrî Elî Hesen dibêje “Ez asê mame. Em divê îro şeveqê biçûna. Ez divê biçim Iraqê. Rê girtî ne. Befr e, baran e. Heta ku rê bê vekirin em ê biçin. Eger xwedê bike xêr ez ê biçim.”
Yên ku ji ber girtina rê nekarîne biçin bajarê dixwazin û yên ku li benda rêwiyên xwe yên ku ji bajarên din ber bi Amedê ve tên ji vê rewşê gazinan dikin.
Xwendekar Zagros Îlbasmiş got “Ez ji Îdirê ev du roj in hatime, dixwazim biçim Swêregê lê rê girtî ne. Ev bû 24 saet hêj rê venikirine. Şaredarî naxebitin.”
Rêwî Ladîn Yaşar diyar kir “Ez ji Mêrdînê hatime. Ez ê biçim Erzînganê azmûnê lê ez di rê de mame. Mexdûr im.”
Rêwî Yilmaz Ergul ragihand “Ez li benda erebeyê me ez dibêjim ez ê herim lê rê tune ye biçim. Dixwazim rê vebe ku ez biçim.”
Xwediyên fîrmayên otobusan jî heyirî mane. Lewre hemû rêwî gazinên xwe ji wan dikin. Lê ew jî bê çare li benda vekirina riyan in.
Berpirsê Kompaniya Otobusan Sidik Bayat dest nîşan kir “Fîrma heye rojê 5 sefer, fîrma heye 20 seferan dike. Tu ku de binêrî 100 sefer sekinîne.”
Berpirsê Kompaniya Otobusan Firad Ozel da zanîn “Du roj in rê girtî ne. Ji ber ku rê girtî ne xelk telefonê me dikin. Tirs û telaşê daye ser dilê wan. Telefonên me qet nasekinin. Herkes pirsa rêwiyên xwe dike.”
Hem rêwî û hem jî xwediyên fîrmayên otobosan di zirareke mezin de ne. Aliyek bi awayeke aborî û aliyek jî bi awayeke manewî xisirîne. Nezelalî û nediyariya çûn û hatinê vê zirara wan gav bi gav zêdetir dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse