Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sûrê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê, gundiyên Arzoxliyê avakirina santrala enerjiya rojê ya li ser çêrgeha gund protesto kir.
Şîrketa bi navê ZENKARê dixwaze li navçeya Sûrê li ser 500 donim çêrgeha gundê Arzoxliyê santrala enerjiya rojê ava bike.
Gundiyên Arzoxliyê li dijî vê projeyê nerazîbûn nîşan da.
Gundî dibêjin, bi avakirina vê santralê dê hem çêrgeha wan were têkdan hem jî şûnwarê dîrokî yê bi navê Xirab Bajarê yê li wê derê zererê bibîne.
Cendirmeyan rêya gund girt
Gundiyan îro li dijî projeyê dest bi xwenîşandanê kir lê hêzên ewlehiyê rê li ber çalakiya wan girt.
Cendirmeyan rêyên çûn û hatina gund girtin û nehiştin kes derbas bibe.
Di navbera gundî û cendirmeyan de alozî derket
Endamên Baroya Amedê û nûnerên saziyên sivîl ji bo piştgiriyê çûn gundê Arzoxliyê.
Ji ber astengkirina çalakiyê û girtina rêyên gund, di navbera parêzer, welatî û hêzên ewlehiyê de alozî derket.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse