Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 2 karkerên ku di çêkirina avahiyekê de dixebitîn ji qata 5an ketin xwarê û mirin.
Li Amedê doh karkerên bi navê Harûn Aksel û Ahmet Şîmşek dema li ser avahiyekê dixebitîn hevsengiya wan têk çû û ketin xwarê.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Timên tenduristiyê der du karkerên ku bi giranî birîndar bûn birin nexweşxaneyê.
Hat ragihandin ku Harûn Aksel heman rojê li gel hemû midexaleyan jî miriye.
Ahmet Şîmşek jî piştî rojekê îro li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.
Meclîsa Ewlehî û Tenduristiya Karkeran (ISIG) ragihandibû ku di meha Gulana 2025a de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 177 karker li ser kar mirine.
Li gorî rapora ISIGê, di pênc mehên îsal de jî 796 karker mirine.
Mirina karkeran herî zêde li sektorên avahîsazî, çandinî, veguhastin û xizmetguzariyê bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse