Li Mêrdînê genim ji bo savarê tê amadekirin

25-06-2025
Nîşan Mêrdîn Genim Savar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê yek ji navendên herî girîng a çandinî û bazirganiyê ye.

Genim ji zeviyan hatiye komkirin û bi rêbazên bav û kalan ji bo savarê tê amadekirin.

Genim destpêkê li ber tavê tê raxistin û ziwakirin.

Pişt re ew genimê ku hişk bûye li makîneyan tê xistin û herî dawî jî bi amûrên taybet ku bi traktorê ve tê girêdan genim tê tevdan.

Bi vî awayî careke din li ber tavê tê hiştin heta ku bi temamî ziwa dibe û êdî dibe savar û ji bo xwarinê amade dibe.

Li parêzgeha Mêrdînê çinîna genim piranî meha hezîranê dest pê dike û heta tîrmehê berdewam dike.

Sala borî li seranserê Mêrdînê 1 milyon û 200 hezar ton genim hat hilberîn û îsal jî tê çaverêkirin berhem nêzîkî 1,5 milyon tonî be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst