Li Amedê agir bi bîreke petrolê ket: 8 kes birîndar bûn

25-07-2025
RÛDAW
Nîşan Bîra Petrolê Amed Êlih
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê agir bi bîreke petrolê ya Şirketa Navneteweyî ya Petrolê ya Tirkiyeyê (TPIC) ket û 8 kes birîndar bûn.

Li ser rêya parêzgehên Amed û Êlihê yên Bakurê Kurdistanê şeva borî ji ber sedemeke nediyar agir bi bîra petrolê ya Uçtepe-1ê ya Şirketa Navneteweyî ya Petrolê ya Tirkiyeyê (TPIC) ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, agirvemirandinê û cendirme sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Di şewatê de 8 kes birîndar bûn.

Tîman birîndar bi ambulansan birin nexweşxaneyan.

Hat zanîn ku karmendên li bîra petrolê vana girtiye û bi vî awayî rê li ber mezinbûna şewatê hatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst