Abdurrahman Tutdere ji wezîfeyê hat dûrxistin

10-07-2025
RÛDAW
Nîşan Petrol Amed Abdurrahman Tutdere Semsûr Wezareta Karên Naxwe ya Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku Şaredarê Semsûrê Abdurrahman Tutdere, piştî ku di çarçoveya lêpirsîna li ser tometa ‘bertîlê’ de derbarê wî de biryara hepsa malê hat dayîn, wekî tedbîreke demkî ji wezîfeyê hat dûrxistin.

Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku li ser Şaredarê Semsûrê Abdurrahman Tutdere de ji ber tometa “standina bertîlê ya bi zordestiyê” lêpirsîn tê meşandin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di vê çarçoveyê de Dadgeha 8emîn Cezayê ya Sulhê ya Stenbolê bi biryara xwe ya 8ê Tîrmeha 2025an Tutdere xistiye bin kontrola dadî ya hepsa malê.

Wezareta Karên Navxwe anî zimên ku li ser vê biryarê, li gorî xala 127an a Destûra Bingehîn û xala 47an a Yasaya Şaredariyan a bi hejmara 5393yan, Tutdere wekî tedbîreke demkî ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst