Hewlêr (Rûdaw) – Agir bi Çiyayê Awyerê yê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê ket û di dema hewldanên vemirandinê de jîngehparêz Hemîd Muradî canê xwe ji dest da.
Birêvebirê Giştî yê Çavkaniyên Xwezayî yê Sineyê ragihand ku ji bilî birîndarbûna 6 kesan, 150 hektar daristan û zevî jî şewitîne.
Agir roja pêncşemê li daristanên Çiyayê Awyerê yê Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê ket.
Ji ber germahiya zêde û bayê bihêz agir zêdetir belav bû.
Birêvebirê Giştî yê Çavkaniyên Xwezayî yê Sineyê Behzad Şerîfî ragihand ku di şewata li Çiyayê Awyerê de nêzîkî 150 hektar zevî û daristan şewitîne.
Behzad Şerîfî da zanîn ku di dema vemirandina agir de herî kêm 6 kes birîndar bûne û rewşa tenduristiya 3yan ji wan ne baş e.
Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê îro destê sibehê jîngehparêzek û Berpirsê Rêxistina Jîngehparêziyê ya Şiney Nojînê Hemîd Muradî ji ber giraniya birînên xwe canê xwe ji dest daye.
Birêvebirê Giştî yê Çavkaniyên Xwezayî yê Sineyê da zanîn ku zêdetirî 150 xwebexş, tîmên parastina sivîlan, çavkaniyên xwezayî û tîmên Heyva Sor a parêzgehê beşdarî vemirandina agir bûne û piştî 4 saetan agir bi temamî hatiye kontrolkirin.
Heta niha sedema derketina agir nehatiye zanîn.
Behzad Şerîfî diyar kir ku lêkolîn li ser sedema bûyerê tê kirin û encam dê ji raya giştî re were eşkerekirin.
Li gorî rapora Birêvebirê Giştî yê Çavkaniyên Xwezayî yê Sineyê ji 2 milyon û 900 hezar hektar rûberê parêzgehê, 340 hezar hektar daristan û milyonek û 740 hezar hektar jî mêrg e ku ev jî dike ji sedî 62yê rûberê parêzgehê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse