Hewlêr (Rûdaw) - Geşe Heme Çawşîna hevjîna Lahûr Şêx Cengî ji Rûdawê re ragihand ku piştî desteserkirina Lahûr Şêx Cengî, tenê carekê bi telefonê pê re axiviye û wî jê re gotiye, "Rewşa min baş e."
Hevjîna Lahûr Şêx Cengî bi telefonê bi Pêşkêşkarê Tora Medyayî ya Rûdawê Arêz Xalîd re axivî û cara yekem bi rêya Rûdawê behsa şeva şerê li Lalezarê, çend bûyerên berê û helwest û gotinên zarokên xwe kir.
“100 dron...”
Geşe Heme Çawşînê li ser êrişan got, "Wan wê şevê bi zêdetirî 100 dronan êrişî mala me kir.
Ev êrişa berfireh eger ne ji bo wêrankirina mala me be, ne ji bo tiştekî din bû û ti armanca din li pişt wê nebûye.
Ji 8ê Tîrmehê ve ew qas gef li me hatine xwarin ku êdî bê tam bûye.
Carinan me bi henekî ji zarokan re digot, belkî vê carê werin ser me û em rizgar bibin."
Geşe Heme Çawşînê eşkere kir ku berê jî Bafil Talebanî hatiye ber mala wan û got, "Bi otomobîla xwe li ber deriyê mala me geriyaye."
“Ew ji bo miletê xwe dilovan bû”
Hevjîna Lahûr Şêx Cengî bi van gotinan qala hevjînê xwe kir:
"Lahûr ne tenê ji bo mal û zarokên xwe dilovan bû, ew ji bo miletê xwe jî dilovan bû.
Dîrokeke wî ya wisa heye ku xelk şahidiya dilovaniya wî dike. Lahûr bi vê desteserkirinê neşikest, ev karekî gelekî kirêt bû."
“Çima wisa li stûyê bavê min dixin?"
Berbanga roja înê (22yê Tebaxa 2025an) hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê li taxa Serçinarê ya Silêmaniyê, bi ser Otel Lalezarê de girt ku cihê mana Serokê Eniya Gel Lahûr Şêx Cengî bû.
Pevçûnan sê saetan ajot û wan otel kontrol kir û Lahûr Şêx Cengî û birayê wî Polad desteser kirin.
Piştî bûyerê yekser vîdeoyên desteserkirina Lahûr Şêx Cengî,alîgirên Eniya Gel û Hêza Dupişk a Lahûr Şêx Cengî hatin belavkirin.
Di yekê ji vîdeoyan de endamekî hêzên ewlehiyê şeqamekê li stûyê Lahûr Şêx Cengî dixe.
Geşe Heme Çawşînê derbarê wê vîdeoyê de got, "Me vîdeo dîtin, keça min 11 salî ye û dibêje: 'Çima wisa li stûyê bavê min dixin?'"
Geşeyê diyar kir ku keça wê bi dîtina vîdeoya nav mala wan şok bûye û gotiye, "Ma ev odeya min e, wan wisa lê kiriye?"
Li gorî gotina hevjîna Lahûr Şêx Cengî, hêzan wê şevê ne tenê bi ser mala wan de girtiye, wan bi ser mala bavê wê de jî girtiye.
Geşeyê da zanîn ku hêzên ewlehiyê ketine jûra dêya wê ya rehmetî jî û biland:
"Dayîka min 10 sal in wefat kiriye, me deriyê odeya wê ya razanê girtiye, her tiştê dayîka min, dilê me neçûye em destê xwe bidin wan lê hêzan ew bi xwe re birine."
“Rewşa min baş e”
Wê derbarê rewşa hevjînê xwe got, "Ji dema ku hatiye desteserkirin ve bi tenê carekê telefonî min kir, ew jî wê şeva ku hat desteserkirin bû, wî bi xwe ji min re got: Rewşa min baş e."
“Li ser çokên xwe rûne”
Geşeyê bi “serbilindî” behsa desteserkirina hevjînê xwe kir û biland:
"Dema ku hêz çûne jûra wî, ji Lahûr re gotine: ‘Li ser çokên xwe rûne’ lê Lahûr razî nebûye, heta gotinên nebaş jî ji wan re gotine û serê xwe bilind kiriye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse