Mesrûr Barzanî: Referandûm roja biryara wêrek a gelê Kurdistanê bû

25-09-2025
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Kurdistan Referandûma Serxwebûnê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera Referandûma Serxwebûnê peyameke pîrozbahiyê ji gelê Kurdistanê, serkirdayetiya siyasî û Pêşmergeyan re şand.

Serokwezîr di peyama xwe de salvegera referandûmê wekî "Roja biryara wêrek a gelê Kurdistanê" û "Roja serkeftina îradeya neteweya me" bi nav kir.

Mesrûr Barzanî her wiha amaje bi wê yekê jî da ku ew roj, roja hêviyê bû ji bo bidestxistina mafê çarenivîsê.

Mesrûr Barzanî di beşeke din a peyama xwe de, pîrozbahiyên xwe yên germ ji Rêber û Pêşmerge Serok Barzanî, "malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û gelê niştimanperwer û berxwedêr ê Kurdistanê" şand.

Wî tekezî li ser rola Pêşmergeyan û qurbaniyên şehîdan ên di parastina ax û nirxên neteweyî de kir û got, ev yek bû sedema bihêzkirina bingehên biryara referandûmê.

Referandûma Serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê 25ê Îlona 2017an bi serokatiya Serok Barzanî hatibû lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst