Bafil Talebanî: Bi gefan pirsgirêkên li Bexdayê çareser nabin

25-10-2025
RÛDAW
Nîşan Bafil Talebanî YNK Koye Hilbijartinên Îraqê Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê YNKyê Bafil Talebanî got, “Siyaseta YNKyê ya li Bexdayê li ser bingeha diyalog û bidestxistina mafan e, ne li ser gefan e, bi gefan pirsgirêkên li Bexdayê çareser nabin.”

Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê 11ê Çiriya Paşîn a 2025an tên lidarxistin.

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Koyeyê di bangeşeya partiya xwe xwe ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Îraqê de gotarek pêşkêş kir.

Serokê YNKyê got, “Ji Bexdayê ji me re gotin em ê mûçeyê Silêmaniyê rasterast bidin lê me red kir. Armanca me ya sereke şerê mûçe, av û elektrîkê ye li Bexdayê û berbijêrên me pêşmergeyên xelkê Kurdistanê ne li Bexdayê.”

Talebanî li ser pêkanîna kabîneya dehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî wiha axivî û got:

“Em naçin nav hikûmeteke heta ku em nizanibin hemû bajar wekî hev tên dîtin û xizmetkirin, em naçin nav hikûmeteke ku xizmeta Koyeyê neke.

Eger em beşdar bibin jî, em soz didin ku em cudahiyê nekin û ji bo tevahiya Kurdistanê xebatê bikin.”

Bafil Talebanî sozek da şêniyên bajêr û wiha anî zimên, “Em dê Koyeyê ji bo karê bazirganiyê vekin.”

Serokê YNKyê Bafil Talebanî di beşeke din a axaftina xwe de axivî:

“YNK partiya her çar parçeyên Kurdistanê ye û em li beşên din ên Kurdistanê li Sûriye, Tirkiye û Îranê jî tên hezkirin.

Eger hilbijartin li her çar parçeyên Kurdistanê bê kirin, YNK dê bibe yekem.”

Li ser Xiristiyanan jî wiha soza da, “Em dê zêdetir xizmeta xwişk û birayên xwe yên Xiristiyan bikin.”

Bafil Talebanî ji dengderan re jî got, “Şaşiyeke gelekî mezin e ku hûn dengê xwe bidin aliyekî ku kiryarên wî nînin.”

Silav ji Talebanî, bersiv ji Xoşnav

Bafil Talebanî di axaftina xwe de silav ji Parêzgarê Hewlêrê re şand û got ku ew nizane Koye ser bi parêzgeha wî ve ye.

Umêd Xoşnav jî li ser vê yekê bersiv da û got:

“Ez li gorî siruşta xwe û exlaqê wê rêbaza ku ez li ser im, bersiva her silavê didim lê ne merc e ku ez silavê li her kesî bikim!”

Umêd Xoşnav her wiha got, “Tiştê ku me ev çend sal in bi şanazî xizmeta Koyeyê kir, kekê silavşînêr, bi hemû temenê xwe û partiya xwe xizmeta Koyeyê nekiriye û nake.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst