Dêrsim - Li Dêrsima Bakurê Kurdistanê jinan bi boneya 25ê Çiriya Paşîn Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li ser Jinan meşek li dar xist.
Jinên Dêrsîmî bi bangawaziya Platforma Jinan a Dêrsimê ji Kolana Hunerê heta Qada Seyîd Riza meşiyan.
Bi sedan jin tevlî meşê bûn û dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî Piştgiriya Jinan" û "Neparêze, Faîlan Darizîne" berz kirin.
Jinan pankarta "Ji bo jiyaneke azad û bê tundî yekane garantiya me têkoşîna me ye" vekir û li Qada Seyîd Riza daxuyanî da çapemeniyê.
Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu û Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan a ku li şûna wê qeyûm hatiye danîn jî beşdarî meşê bûn.
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Rêxistina DEM Partiyê ya Dêrsimê Humeyra Tusun Yegînê ve hat xwendin.
"Em jiyaneke bê tundî, wekhev û azad dixwazin"
Yegînê diyar kir ku sala 2025an ji bo jinan saleke zehmet bû û got:
"Bi îlankirina 'sala malbatê' tê xwestin ku jin bi malbatê ve bên girêdan. Ferzkirina zewaca di temenê biçûk de û ferzkirina zarokan li seranserê salê berdewam kir.
Di bin navê 'karê li gorî jiyana malbatê' de karkirina kêm û bê ewlehî li jinan rewa hat dîtin.
Ji mafê telaqê heta nefeqeyê, ji mafê mîrasê heta Qanûna Medenî gelek mafên me dibin hedef."
Yegînê destnîşan kir ku ji ber nexebitîna mekanîzmayên dewletê, biryarên mêrane yên di darazê de û zêdebûna xizaniyê jin li her derê rastî tundiyê tên.
Humeyrayê her wiha got, "Em jiyaneke bê tundî, wekhev û azad dixwazin. Em israr dikin ku li welatekî demokratîk û laîk bijîn ku keda me lê bi qîmet be."
"Em dê Wezareta Jinan ava bikin"
Piştî daxuyaniyê Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu jî axivî û diyar kir ku îlankirina sala 2025an wekî "sala malbatê" beşek ji polîtîkayên neteweperest û zayendperest ên li dijî jinan e.
Aytenê anî zimên ku mirinên biguman ên jinan wekî "xwekuştin" tên nîşandan û rê li ber lêpirsînan tê girtin.
Korduyê teqez kir ku ew dê têkoşîna birêxistinkirî ya jinan mezin bikin û got:
"Em dê li vî welatî teqez wezareta jinan ava bikin. Em dê pergalekê ava bikin ku çavkanî ne ji bo şer, ji bo jiyan, tenduristî û perwerdeya jinan bên xerckirin."
Çalakî bi peyama "Têkoşîna me mezin dibe, em dest ji jiyana xwe bernadin" bi dawî bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse