Dêrsim (Rûdaw) - Li Dêrsima Bakurê Kurdistanê jin li ber Çemê Munzûrê li hev kom dibin û medîtasyon û pîlatesê dikin.
Jinên ku dixwazin bi stresa zêde re serî derxin, li atmosfera xwezayî ya Geliyê Munzurê bi werzîşên nefesê, tevgerên rakişandinê û medîtasyonê hewl didin ku rihet bibin.
Dengê avê, hewaya paqij û têkiliya bi xwezayê re aramiyê dide beşdaran.
Jinên ku ev pênc sal in li Dêrsimê li xwezayê pîlatesê dikin, diyar dikin ku ev çalakî hem ji wan re û hem jî ji zarokên wan re baş tê.
.jpg)
"Jin ji sibê heta êvarê li malê rûdinin"
Rahênera Pîlatesê Çîlek Karakayayê armanca çalakiyê wiha anî ziman:
"Jin ji sibê heta êvarê li malê rûdinin. Paşê neçar dimînin ku biçin cem bijîşk.
Bijîşk dibêjin 'bigerin, sporê bikin' lê jinên me di vî warî de nezan in.
Îro em hatin ber Munzurê; me destên xwe ber bi Munzur Baba ve vekir û me got, 'Vê nexweşiyê ji me dûr bixe, tenduristiyê bide me.'"
.jpg)
"Ji aliyê derûnî ve rihet bûn"
Yek ji beşdaran Pinar Ergunê diyar kir ku çalakî jê re baş hatiye û got:
"Min stresa xwe avêt, min xwe azadtir hîs kir. Xwezaya Dêrsimê gelekî xweş e, derdor gelekî aram bû.
Ez ji aliyê derûnî ve gelekî rihet bûm, ez gelekî kêfxweş mam."
"Xwezaya me jî xweş e, em jî xweşik in"
Beşdareke din Nesrîn Aktaşê jî hestên xwe wiha anîn zimên:
"Îro cara pêncan bû ku me li vê xwezayê pîlates kir. Gelekî xweş bû, hewa jî îro gelekî xweş bû.
Xwezaya me jî xweş e, em jî xweşik in. Werziş hem ji bo laşê me hem jî ji bo zihnê me gelekî baş e."
Nuray Era ku nexweşa MSyê ye diyar kir ku pîlates jê re baş tê û wiha pê de çû:
"Bi dengê avê û dengê xwezayê re gelekî xweştir bû. Pîlates hem ji aliyê derûnî hem jî ji aliyê fîzîkî ve ji min re gelekî baş tê."
.jpg)
Oyku Topraka ku beşdarî çalakiyê bûbû jî wiha axivî, "Ez îro hatim ku pîlatesê bikim.
Eger ez li malê bûma min dê bi tablet an telefonê wexta xwe derbas bikira.
Bi hatina vir min ji bo tenduristiya xwe tiştekî baş kir."
Li Bakurê Kurdistanê, di salên dawî de werzişên medîtasyon û pîlatesê zêde bûne.
Zêdetir jin eleqeyê nîşanî van çalakiyan didin û dibêjin ji bo derûnî, aramî û tenduristiya wan a laşî gelekî bi sûd e.
.jpg)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse