Karasu piştgirî da serdana Îmraliyê û CHP rexne kir

25-11-2025
RÛDAW
Nîşan Mustafa Karasu Komîsyona Parlamentoyê Îmrali Abdullah Ocalan CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Mustefa Karasu, serdana Komîsyonê ya Îmraliyê wekî "destpêka pêvajoyeke nû" bi nav kir.

Karasu her wiha CHPya ku endam neda Komîsyonê jî bi tundî rexne kir.

Komîsyona ku li Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû avakirin doh çû Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir.

Tê payîn ku notên derbarê hevdîtinê de di civîna Komîsyonê ya sibe de bên parvekirin.

Mustefa Karasu ji Medya Haber TVyê re axivî û diyar kir ku ew biryara serdana Komîsyonê ya Îmraliyê erênî dibînin û tekez kir ku divê pêvajo di çarçoveyeke yasayî de be.

"Ocalan dixwaze rewşê ji parlamentoyê re rave bike"

Karasu diyar kir ku biryara çûna Komîsyonê ya Îmraliyê daxwazeke Abdullah Ocalan a ji sala 2012an ve ye û got:

"Rêbertî dixwaze rewşê ji Parlamentoyê re ku nûnertiya gelê Tirkiyeyê dike; çima serî hildaye, sedemên têkoşînê û eger biratî were avakirin dê çawa be, rave bike."

Karasu got, "Her cure pêwendiya ku bêyî hevdîtina bi Ocalan re bê kirin dê kêm bimîne" û wiha pê de çû:

"Mixatabê sereke yê Kurdan Rêber Apo ye. Bi vê hevdîtinê re dê pêvajoyeke nû dest pê bike; êdî pêvajoya kevn nikare ducare bibe."

"Divê yasayên veguhastinê û azadiyê bên derxistin"

Karasu diyar kir ku ji bo bipêşveçûna pêvajoyê divê şert û mercên azadiya Abdullah Ocalan bên misogerkirin û bal kişand ser misogeriya yasayî.

Karasu anî ziman ku ji bo çekdanîna PKKyê û derbasbûna siyaseta demokratîk pêdivî bi çarçoveyeke hiqûqî heye û wiha got:

"Ji yasayên veguhastinê re hat gotin. Belê, em bibêjin PKK hat fesixkirin, çek hatin şewitandin; dê çarçoveya hiqûqî ya vê çawa be?

Siyaseta demokratîk niha di bin gefê de ye. Ji bo ku siyaset bi azadî bê kirin, divê ew rêziknameyên ku em jê re dibêjin 'yasayên azadiyê' bikevin meriyetê.

Ev pêvajo ji bo gelên Tirkiyeyê derfetek e ku ji pirsgirêka 50 salan rizgar bibin."

Bertek da CHPyê: "Selahattîn Demîrtaş niha bi wan dikene"

Karasu biryara CHPyê ya nedana endaman ji Komîsyonê re û neçûna Îmraliyê wekî "biryareke rûserî" û "di bin bandora derdorên dij-Kurd de hatiye standin" bi nav kir û birêvebiriya CHPyê bi "hatina lîstika AK Partiyê" tawanbar kir.

Karasu ragihand ku bingeha CHPyê wekî birêvebiriya partiyê nafikire û bersiv da îmayên nerasterast ên CHPyê yên bi rengê "Mixatab ne Ocalan e" bi rêya Selahattîn Demîrtaş da.

Karasu wiha berdewam kir:

"Helwesta CHPyê di serî de bêrêziyeke li hemberî Selahattîn Demîrtaş e. Bila herin jê bipirsin, gelo Selahattîn vê helwestê qebûl dike?

Selahattîn Demîrtaş niha bi wan dikene. Ew jî ji herk esî bêhtir dixwaze ku ew şande biçe cem Ocalan.

Bila navê Selahattîn Demîrtaş nexin devê xwe; ew jî wekî siyasetmedarekî hêja yê ku ji nava vî gelî derketiye, Rêber Apo wekî mixatabê sereke dibîne.

Bûna lîder, bûna muxatabê sereke ne tiştekî ku li ser maseyê tê diyarkirin. Di encama têkoşînê de, di encama siyasetê de derdikeve holê.

Selahattîn Demîrtaş jî di encama vê siyasetê, vê têkoşînê de derket holê. Eger deng sitandiye, wisa sitandiye."

"Projeyeke berbiçav a CHPyê nîne"

Karasu gotina CHPyê ya "Em dê pirsgirêka Kurdan di nav demokrasiyê de çareser bikin" jî kêm dît û bangî  partiyê kir ku projeyeke berbiçav deyne holê.

Mustefa Karasu wiha nirxand, "Gelo programa we ya perwerdeya bi zimanê zikmakî heye?

Gelo sozê we yê demokrasiya xwecihî yan jî misogeriya destûrî heye? Bi gotinên giştî nabe.

Helwesta niha ya CHPyê ne demokratîk e, nêzîkatiyeke ku rêzê li îradeya gelê Kurd nagire ye."                                                            

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst