Enqere (Rûdaw) - Karvedanên biryara Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya şandina endamên xwe ji bo Îmraliyê berdewam in.
Di nav Partiya Gel a Komarî (CHP) de li ser beşdarnebûna şandeya ku dê biçe Îmraliyê nerazîbûn hene.
Li çend bajaran hinek endamên CHPyê yên Kurd ji partiyê îstifa kir.
Kurdên di nav CHPyê de dibêjin, “Nedibû ku CHP xwe ji roleke evqas dîrokî bêpar bihêle û berpirsiyariya xwe bi cih neîne.”
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê di civîna xwe ya 18emîn û dawî de biryar da ku hine endamên xwe bişîne Îmraliyê û bi û bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
AK Partî, MHP û DEM Partî di civînê de bûn yekhelwest lê CHPyê li dijî çûna Îmraliyê sekinî û beşdarî civînê nebû, ev yek jî bû sedema nerazîbûna hinek aliyên di nav CHPyê de.
"Hûn zererê didin pêvajoyê"
Parlamenterê Berê yê CHPyê Gursel Tekîn li ser helwesta partiya xwe wiha axivî:
“Dema hûn bûne endamê komîsyonê pêwîst e hûn heta dawiya pêvajoyê rola xwe bilîzin.
Eger hûn bibêjin ‘Ez vê dixwazim lê ya din naxwazim’ hûn ê zirarê bidin pêvajoyeke evqas girîng.
Loma yan hûnê bi temamî di nava pêvajoyê de cihê xwe bigirin yan jî hûn ê xwe bi temamî li derve bihêlin."
Di dengdana komîsyonê de EMEP û TÎP jî dengê “erê”, HUDA PAR, DSP û Partiya Demokrat dengê “na” da.
Endamekî komîsyonê jî derbarê biryarê de dibêje, “Ji bo biryara çûna Îmraliyê li gel Devlet Bahçelî, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin jî hewl daye.”
"Erdogan û Kalin rola xwe lîstin"
Endamê Komîsyonê Mehmet Emîn Ekmen jî got:
“Ji bo ku rola Ocalan a di pêvajoyê de û bandora wî ya li ser rêxistinê diyartir bibe û meşrûtiyetek ji bo wî hebe, ez bawer dikim hem Serokê MÎTê û hem jî Birêz Serokkomar rola xwe lîstin.”
Abdullah Arzakçiyê ku Serokê berê yê MHPyê yê Amedê û endamê MHPyê ye û wekî Kurdekî ku her dem ala Tirkiyeyê li ser xwe digerîne tê naskirin, daxuyaniyeke balkêş da.
Arzakçî dibêje, “MHP dikare destpêşxeriyekê bike ku PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin û Ocalan jî di nav de hemû girtiyên PKKyî bên azadkirin.”
Abdullah Arzakçi wiha axivî, “Dewleta me Komara Tirkiyeyê bi salan hewl da ku PKKyê bixe lîsteya terorê lê dema ku ji lîsteya terorê bê derxistin dê cezayên li ser Abdullah Ocalan û kesên bi wî re bi temamî betal bibin.
Bi guhertineke biçûk dikarin PKKyê ji rêxistina FETOyê jî cuda bikin. Dema ku ji lîsteyê derveke ji xwe ceza û tawan jî namînin."
Li gorî agahiyan, dê li ser navê Komîsyonê ji AK Partiyê Huseyîn Yayman, ji MHPyê Fetî Yildiz û ji DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît serdana Îmraliyê bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse