Ciwanên Geverî çav berda olîmpiyadan: 'Em dixwazin bibin şampiyon'

05-01-2026
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Werzişvanên Geverî / Wêne: Rûdaw
Werzişvanên Geverî / Wêne: Rûdaw
Nîşan Gever Ciwan Colemêrg Kaşûn
A+ A-

Gever (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê, nêzîkî 80 werzişvan tevî sir û sermayê xwe ji bo olîmpiyad û pêşbirkên navneteweyî amade dikin.

Li Geverê di salên dawî de hejmara werzişvanên zivistanê her ku diçe zêde dibe.

Malbat zarokên xwe dişînin qadên rahênana werzişa berfê û kaşûnê da ku bibin werzişvanên profesyonel.

Heta niha 16 werzişvanên Geverî di bin banê Federasyona Werzişên Zivistanê de beşdarî pêşbirkên navneteweyî dibin.

"80 werzişvan li Geverê, 14 li Erziromê ne"

Rahêner Şefîk Yaşar da zanîn ku xebatên wan bê navber berdewam dikin û got:

"Niha 14 werzişvanên me li Erziromê di Navenda Amadekariya Werzişên Olîmpiyatê de ne.

Li vir jî 80 werzişvanên me tevî sir û sermayê bê navber antremanên xwe didomînin."

Werzişvanên Geverî heta niha di asta Tirkiye û cîhanê de gelek serkeftin bi dest xistine û hemû werzişvan jî ji xwe bawer in û dixwazin bibin şampiyon.

"Em hefteyê 6 rojan antremanan dikin"

Werzişvan Ezel Karataş diyar kir ku ew bi kedeke mezin dixebitin û got:

"Em hefteyê 6 rojan tên antremanan dikin. Mamosteyên me gelekî baş in.

Em bi hêvî ne ku em di asta Tirkiyeyê de bibin şampiyon."

Werzişvan Eyup Oren jî hezkirina xwe ya ji bo vê werzişê anî zimên û got:

"Em bi hevalên xwe re tên antremanê. Em gelekî ji werzişê hez dikin û înşalah em ê bibin şampiyon."

"Armanca me şampiyoniya Tirkiyeyê ye"

Werzişvan Muhammed Alî jî behsa armancên xwe kir û wiha axivî:

"Roja me xweş derbas dibe, em antremanan dikin. Dibe ku em rojekê biçin Erziromê yan Boluyê.

Eger em bibin yekemînên Tirkiyeyê dê ji bo me bibe cihê şanaziyê. Bi ya min werziş û kaşûn tiştekî gelekî xweş e."

Rahênanên werzişên zivistanê yên li Geverê bi piştgiriya Federasyona Kaşûnê ya Tirkiyeyê û Qeymeqamiya Geverê tên kirin.

Li gorî rewşa berfê tê plankirin ku xebat heta serê biharê berdewam bikin.

Her wiha 26ê Sibatê dê di asta parêzgeha Colemêrgê de pêşbirk bên lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst